AvEG-Konê li dijî dagirkeriya Tirk banga daketina qadan kirin

AvEG-Konê li dijî êrîşên qirker û dagiker ên dewleta Tirk û hevkarên wê banga daketina qadan li kedkaran kirin.

Konfederasyona Koçberên Hejar ên Ewropayê (AvEG-Kon) daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk, hikûmeta Iraqê û PDK’ê dixwazin destkeftiyên bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin tine bike.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser dagirkeriya Şengalê jî  got: “Ev êrîş wê ne tenê li ser gelê Kurd heman demê wê li dijî rêveberiya gelên herêmê jî bê kirin. Em rê nadin vê. Divê li dijî êrîşên dagirker û şerê li dijî Kurd û Kurdistanê tê kirin, hê zêdetir dengê biratiya gelan li kolanan bê qîrîn. Daxwaza tavilê betalkirina her cûre peymanên vekirî-veşartî yên tên kirin bikin. Ji qirkirina Kurdan re bêjin rawest e.”