AvEG-Kon û ATÎK li dijî darbeyê banga berxwedanê kir

AvEG-Kon û ATÎK bal kişand ser darbeya li Meclîsê ya betalkirina wekîlan û got: “AKP dixwaze saltanata xwe dirêj bike”, banga berxwedanê li sazî û raya giştî kir.

Konferderasyona Koçberên Hejar ên Ewropa (AvEG-Kon) û Federasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropa (ATÎK) têkildarî darbeya li Meclîsê daxuyaniyek da.

AvEG-Kon: Gelê Kurd ji bo bidestxistina mafê xwe ti demê bê alternatîv nemaye. Îro jî bê alternatîv nebûye. Êdî pirsgirêk divê gelên Tirkiyeyê ji bo azadiya polîtîk û demokrasiyê alternatîfên xwe mezin bike. Divê li pêşberî êrîşên li ser vîna gelê Kurd-Tirk li ber xwe bide û berxwedanê mezin bike.

ATÎK: Bang li raya giştî ya Ewropayê dikin ku hestyar bin. Di serî de hêzên demokratîk ên herêmî yên Ewropa û hemû saziyên koçberan, xwedîderketina li vîna gelan ji bo xwe weke erkekê bibînin, hemû kes û saziyên alîgirên edaletê, li dijî vê darbeyê dengê xwe bilind bike, bang dikin ku xwedî li parlementeran derkevin ji bo bên berdan têkoşînekî aktîv bikin.