Astengiyan nas nakin û dimeşin!

Meşa enternasyonalîstan ku bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re, li dijî faşîzmê mil bidin hev" pêk tînin, di roja sêyemîn de ye. Li gel ba û sermayê meş bi coşeke mezin dewam dike.

Meşa Dirêj a enternasyonalîstan ku îsal cara 4'an pêk tê û 120 enternasyonalîst tevlî bûn, ji Luksembûrgê heta Strasboûrgê dewam dike. Ji Awûstralyayê heta Kanadayê, ji Latîn Emerîkayê heta Ewropayê gelek kes tevlî meşê bûn.

Alex Wîlson (44) akademîsyenekî ji bajarê Toronto yê Kanadayê ye. Wîlson bi berxwedana Kobanê re xwe nêzî têkoşîna Kurdan kir. Wîlson got, "Li ser medya civakî hevalekî min nivîsand ku Kobanê azad bûye. Min jî meraq kir û lêkolîn ku Kobanê çawa azad bûye. Hîn bûm ku berxwedaneke gelekî mezin lê bûye" û wiha dewam kir: "Kobanê firsend da me ku em Kurdan û PKK'ê nas bikin."

PIŞTGIRIYA BI KURDAN RE WEZÎFEYEK E

Li ser sedema tevlîbûna xwe ya li meşa dirêj jî Wîlson got, "Tiştên ku heta niha Kurdan kirine gelekî sûdwerin, lê belê di asteke têrker de piştgiriyê nabînin. Ez piştgiriya bi Kurdan re ji bo xwe weke wezîfeyekê dibînim. Ji bo vê jî dixwazim bibim beşek ji têkoşîna gelê Kurd."

Wîlson kêfxweşiya xwe ya ji bo tevlîbûna meşê anî ziman û got, "Avakirina komunan, parvekirina wezîfeyê, piştevanî bi her rengî bêhempa ye. Ji bo min cihê kêfxweşiyê ye ku bibim beşek ji komunê. Hesteke bêhempa ye ku mirov mînaytureke sîstema Rojava bibîne ku li her deverê em pesnê wê didin û li ser diaxivin."

CARA SÊYEMÎN E TEVLÎ MEŞA DIRÊJ DIBE

Îngrîd Foster 34 salî ye û ji bajarê Goteborg ê Swêdê tevlî meşê bûye. Kurd jî bi berxwedana Kobanê nas kiriye. Foster cara 3'emîn e ku tevlî meşê dibe. Foster ji bo piştevaniya bi Kurdan re got, "Me destpêkê însiyatîf ava kir. Beriya şeş salan li Swêdê me Komîteya Piştgiriya bi Rojava û Kurdistanê re ava kir. Jİ hingî ve ez di nava wê komîteyê de dixebitim."

Foster destnîşan kir ku ew hewl didin di navbera gelê Kurd û gelê Swêdê de bibe pirek û got, wan pirtûk û metnên Ocalan ên li ser konfederalîzma demokratîk wergerandine Swêdî.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka