Artêşa Iraqê berpirsyarê êrişa li Silêmaniyeyê eşkere kir

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Iraqê Tumgeneral Yehya Resûl diyar kir ku balafira bêmirov a bombebarkirî ya ku 18'ê Îlonê bombe li Silêmaniyeyê barand û di encamê de 3 kes şehîd bûn, ji Tirkiyeyê rabûye.

Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resûl der barê êrişa doh a li ser balafirxaneya Erbetê ya Silêmaniyê, daxuyanyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin; "Doh di saet 17:00’an de balafirek bê mirov, ji Tirkiyeyê hatiye nav xaka Iraqê û balafirxaneya çandinî ya Erbet a li Silêmaniyê bombebaran kiriye. Ji ber vê jî 3 endamên Dije Terorê şehîd bûn û 3 jî birîndar bûne.

Ev destdirêjî binpêkirina serwerî, asayîş û yekparçebûna xaka Iraqêye. Ev yek binpêkirin û gefa lşi ser aramî ,ewlekariya li herêm û cîhanê. Di heman demê de binpêkirina yasaya navnetewî, pîvan û destûra bingehîn ya Neteweyên Yekbûyî ye.”

Yehya Resûl di dewama daxuyaniyê de ragihand ku êriş bi pîvanên cîrantiya baş ya di navbera her du welatan re hev nagre û li ser welatiyên Iraqê gef e û got, "Mafê Iraqê ye ku dawî li van binpêkirinan bîne."