Arjîn da ser rêya Arîn Mîrkan

Arjîn Xerzan ku di sala 2014'an de ji bo ku xeyalên xwe yên azadiyê pêk bîne û li ser vê bingehê têkoşînê bike tevlî nava refên gerîla bû, di tevahiya jiyana xwe ya gerîlatiyê de şopa Arîn Mîrkan şopand.

Gerîla Arjîn Xerzan (Nêrgiz Akşîn) ku li Mêrsînê ji dayik bûye, di malbateke welatparêz de mezin dibe. Arjîn Xerzan li dijî zilm û zordariya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd tevlî nav refên gerîla dibe. Arjîn Xerzan ku piştî tevlîbûna gerîla bû, gelek karên dijwar girt ser milê xwe, di sala 2016'an de piştî ku tecrube bi dest xist berê xwe da Botanê. Li vir jî di gelek çalakiyên girîng de cih digire.

Gerîla Arjîn ji bo pêkanîna xeyalên xwe yên azadiyê tevlî tevgera PKK’ê dibe û têdikoşe. Bi van xeyalan mezin dibe û lêgerîna azadiyê xurtir dibe. Ev jî wê hîn bêhtir bi nirx û xeta jinê ve girêdayî ye. Gerîla Arjîn di encama şer de ya ku artêşa Tirk a 29’ê Îlona 2017’an de li dijî herêma Kanî Botkê ya li herêma Besta ya Şirnexê dabû destpêkirin de, bi 2 hevalên xwe re şehîd bû.

Arjîn Xerzan di salên destpêkê yên tevlîbûna gerîla de li ser girêdanbûna xwe ya bi nirxên partiyê wiha tîne ziman: "Piştî ku ez tevlî gerîla bûm roj bi roj hişyartir dibim û hewl didim ku exlaqê partiyê di kesayeta xwe de pêş bixim. Ji bo ku em her roj bibin milîtanekî Rêber Apo, ji bo jiholêrakirina kesayetên ku dagirkeran di me de afirandiye gelek ked û pakkirinek bêdawî divê.

Hûn dixwazin di agirê Viyan de bişewitin xwe ji vê kesayetê rizgar bikin. Ger em xwe bi agirê Semayê bişewitînin em ê ji vê kesayetê paqij bibin. Ji bo wê jî kêlî bi kêlî bi Rêbertî re jiyîn ferz dike. Îddîa û armanca min; di kesayetiya xwe de dijmin bikujim û derbeya herî mezin li dagirkeran bixim. Ya ku milîtaniya Rêber Apo ji me dixwaze ev e. Em ê bibin şopdarên şehîdên xwe yên ku derb li dijmin xistine.”

Gerîla Arjîn her tim bi xeyalên azadiyê dijî û li ser vê bingehê têkoşîna xwe dimeşîne. Arjîn Xerzan ku bi helwest, şêwaz û nêzîkatiya xwe di dilê rêhevalên xwe de cih girt, di tevahiya jiyana xwe ya gerîlatiyê de xwest li ser şopa Arîn Mîrkan bimeşe û di rêya wî de şer bike. Arjîn Xerzan a ku rojnivîska jiyana gerîla dinivîse, xewn û armancên xwe bi van gotinan tîne ziman: "Ez niha li çiyayên Kato yê welatê şehîd Arîn im. Jiyana li welatê Arîn ji bo min cihê kêfxweşiyê ye.

EZ DIXWAZIM BIBIM HEWARA JINÊN ÊZIDÎ

Rêheval Arîn welatê xwe di dilê xwe de hilgirt û bi vê hişmendiyê li hemberî dijmin li ber xwe da. Diviyabû bersiva dijminê ku welatê me dagîr kir û kir kole, bihata dayîn. Dilê Arîn nehişt ku dagirker li axa me ya pîroz bi cih bibin. Ew bombe bû û di dilê wan de teqiya. Hevalên ku bi heval Arîn re dimînin tim behsa kesayeta Arîn dikin. Dema ku rêheval Arîn li van bîranînan guhdarî dike, mirov pê dihese ku rêheval Arîn bi kîjan perwerde û şêwazê jiyanê ew ber bi fedakariyê ve biriye. Arîn heval ku di sohbetên me de gelek caran dibe mêvan, ji bo jiyan û têkoşînê rêberiya rast e.

Qibleyaa Heval Arîn Rêbertî bû, rojekê jî ji wê qibleyê derneket. Ji bo vê jî yekane tişta ku Arîn heval dixwaze ev e ku roj bi roj rastiya Rêbertî û şehîdan zindî bihêle. Ya ku rêheval Arîn kir fedaî ev bû. Heval Arîn tenê bedena xwe neteqand, rêyên nû, destpêkên nû afirand. Bû sembola berxwedana Rojava û navê têkoşîna azadiya jinê. Ez jî armanc dikim ku rêya rêheval Arîn bigihînim Serok Apo. Ez dixwazim bibim hawara dilê jinên Êzidî, ez dixwazim bibim zimanê zarokên Rojava yên ku jê re dibêjin welat û ji rastiyan re bibim bersiv."