BI DÎMEN

Nobet Azadiyê di hefteya 652’yan de ye: Em Rojava biparêzin

Koma ji Cenevreyê hatî, hefteya 652’yan a Nobeta Azadiyê dewr girt. Ji çalakvanan Nurettîn Tûrgût bang li dagirkeran kir û got, “Em ê nehêlin hûn destkeftiyên 45 salan ên li Rojava, tune bikin.”

Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Apo re, 25’ê Hezîrana 2012’an li bajarê Strasbourg ê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, Nobeta Azadiyê dabû destpêkirin. Nobet di hefteya 652’yan de didome.

Nobeta ku her hefte Kurd û dostên wan dewr digirin, vê hefteyê ji aliyê 4 kesên ku ji bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatine ve, hate dewrgirtin.

Di koma nû de, Nurettîn Tûrgût, Hasan Încî, Ramazan Kizilkurt û Riza Çetînkaya cih digirin. Ku di heman demê de çalakvanên çalakiya rûniştinê ne ku li Cenevreyê ji bo Rêber Apo hat lidarxistin.

Nurettîn Tûrgût ku yek ji 34 endamên Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk ku di sala 2009’an de li ser banga Rêber Apo hatin Tirkiyeyê, diyar kir ku pêvajoyek dîrokî diqewime û bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê.

Tûrgût qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî şermezar kir û got, “Em ê serî li ber we netewînin. Em ê bi ser bikevin. Ji ber ku em mafdar in, em hêzeke rewa ne. Em ê vê dozê bigihînin serketinê. Em ê nehêlin hûn destkeftiyên 45 salan ên li Rojava, tune bikin.”

Tûrgût bang li her kesê kir ku xwedî li destkeftiyên Rojava derbikevin û got, “Pêdiviya me bi yekîtiyê heye.”