Li bajarê Kassel a Elmanyayê aktivîstên Elman li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya Kargeha Çakan a Draûss-Maffeî Wegmannê çalakiyek kirin.
Aktivîstên Elman ên ketin û derketina kargehê girtin, bi qasî 10 saetan rê li plansaziya derketina tankan û ketina karkeran girtin..
Çalakvanên ku destekek mezin ji derdor jî girtin, ji stûyê xwe ve li deriyê ketin û derketinê bi zincîrê xwe girê dabûn, dîsa du çalakvanên din jî xwe bi stûnê ve girêdabûn. Her wiha çend çalakvanên din jî çûn ser banê kargehê û çalakî domandin.
Polîsan êrîş bire ser çalakvanan û yek bi yek destgîrkirin.