Aktîvîstên Avhewayê li Trîerê meşiyan

Aktîvîstên avhewayê, li Pfalz a Rheînlandê xwepêşandan û mîtîng li dar xistin. Kurd jî tev li çalakiyan bûn. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, di çalakiyan de hatin şermezarkirin.

“Fridays for Future“ ku tevgereke parastina avhewayê ye, li Pfalz a Rheînland a Elmanyayê, xwepêşandan û mîtîng li dar xistin.

Çalakiya herî mezin a Friday for Futureyê, piştî nîvro li Maînzê li dar ket. Li Koblenz, Trîer, Lûdwîgshafen, Kaîserslaûtern, Landaû, Sîmmern û Altenkîrchenê jî meş û mîtîng hatin lidarxistin.

Li Domfreîhof a Trîerê, nêzîkê 400 kes hatin ba hev û meşiyan navenda bajêr. Kurdistanî û dostên xwe jî tev li meşê bûn. Di xwepêşandanê de, hat diyarkirin ku dewleta Tirk ku hevkara herî mezin a NATO’yê ye, bi çekên ku Elmanya dide, êrîşê Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û Şengalê dike û nekirina dengê xwe ya NATO û dewletên Ewropayê, hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Berpirsa sûcên şer, ne bi tenê dewleta Tirk e, Ewropa û dewletên NATO’yê jî berpirs in.“

Di meşê de li ser navê rêxistinên jîngehparêz jî axavtinek hat kirin. Di çalakiyê de ji bo edaleta avhewayê bang hat kirin û ev tişt hatin diyarkirin: “Ji ber ku li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê felaketên xwezayî diqewimin û jîngeha me yekcar tê xerakirin, em cardin derketin kuçeyan. Gelek ji me, ji welatên din hatine, bi zimanên cuda diaxivin, qewmê me cuda ye ya jî baweriya me ne yek e, lê em hemû li vê derê ne. Çimkî em dizanin ku bi tenê gerstêrkek û pêşerojek heye.

Ji ber ku hêviya me ya edaleta avhewayê ji tu parlamento û peymanê nîn e, em li vê derê ne. Divê mirov ji bo edaleta avhewayê têbikoşe, çimkî yên li ser hikum in, dilê wan pir li parastina jîngeha me nîn e.“