‘AKP ji tirsa windakirina desthîlatdarîyê hê bêhtir êrîş dike
Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan li Swêdê di panelekê de axivî û got; “Desthilatdariya AKP’ê di wê astê de ye ku ji çalakiyek biçûk a bi daxwaza edalat û aşitiyê tê kirin jî ditirse.”
Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan li Swêdê di panelekê de axivî û got; “Desthilatdariya AKP’ê di wê astê de ye ku ji çalakiyek biçûk a bi daxwaza edalat û aşitiyê tê kirin jî ditirse.”
Dîrektora HRW ya Tirkiyeyê Emma Sînclaîr di panelê de axivî û diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê 20 ji sedî yê girtiyan bi qanûnên têkoşîna li dijî “terorê” hatine girtin.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li Bernê panelek li dar xist û di panelê de vekirina nûnertiyê ya li Swîsreyê ragihand. Panel li Europaplatz a Bernê hate lidarxistin û Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Dîrektora Human Rights Watch ya Tirkiyeyê Emma Sînclaîr di panelê de axivîn. Gelek Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn û komeke çalakgerên greva birçîbûnê yên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine grêvê, beşdarî panelê bûn.
Hevserokê berê ya KESK’ê Lamî Ozgen modaratoriya panelê kir û destpêkê Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan axivî.
‘LI SER CIVAKÊ ZEXT HENE’
Turkdogan diyar kir ku li Tirkiyeyê mafên bingehîn yê mirovan hatine betalkirin û desthilatdar jî hemû kesî weke sûcdar dibîne. Turkdogan wiha domand; “Bi navê “Têkoşîna li dijî terorê” li dijî hemû beşên mûxalif zexteke mezin heye. Eger hûn Kurd bin bi PKK'ê ve, eger mûxalif bin jî bi rêxistinek din ve tê girêdan û têne girtin, ev jî dibe sedem ku hûn ji karê xwe bibin.”
Turkdogan got zextek mezin li ser civakê heye û bi domdarî wiha got; “Rojnameger, parêzvanên mafê mirovan, akademîsyen û hemû beşên civakê weke sûcdar têne dîtin û di derbarê wan de lêpirsîn tên vekirin. Eger hûn bipirsin li Tirkiyeyê rexnekirina rejîmê maf e jî bi hezaran mirov ji ber ku rexne li rejîma Tirkiyeyê kirine û fikrên xwe diyar kirine hatine darizandin û hatine girtin.”
‘DITIRSIN KU JI DESTHILATDARIYÊ BIKEVIN’
Turkdogan diyar kir ku desthilatdar gelek ditirse ku hêza xwe winda bike û wiha got; “Çalakiya Dayikên Şemiyê yên ku daxwaza edalet û aşitiyê dikin hate qedexekirin. Tu hincet ji bo qedexekirinê nehate diyarkirin. Bifikirin ku hikûmetek li gel dayikên ku edalet û aşitiyê dixwazin re bi pirsgirêk e. Desthilatdarî derbasî nuqteyek din bûye. Desthiltdarî ji çalakiyekî biçûk jî ditirse. Ji çav re meclîsek heye lê Erdogan bi biryarnameyan Tirkiyeyê bi rêve dibe. Ewropa jî di vê xalê de nerazîbûna pêwîst nîşan nade.”
‘TIRKIYE JI YEK NAVENDÊ TÊ BIRÊVEBIRIN’
Turkdogan anî ziman ku li Tirkiyeyê bi navê têkoşîna li dijî terorê hemû mafê mirovan hatine betalkirin û AKP jî bi politîkaya şer xwe li ser lingan digre. Turkdogan wiha domand; “Heta ku doza Kurd neyê çareserkirin wê tu demokrasî neyê Tirkiyeyê. Rewşa Awarte hate rakirin lê bi qanûnên nû re Tirkiye ji yek navendê tê bi rêvebirin. Meclîsek heye lê tu bandoriya wê tuneye ji ber ku hemû biryar ji yek navendê tê girtin.”
‘MIROVÊ KU HUNÊ LI GEL AŞITIYÊ GOTUBÊJ BIKIN TECRÎD LÊ NAYÊ KIRIN’
Turkdogan ba kişand li ser tecrîda li dijî Ocalan û wiha got; “Ocalan ji hemû mafên xwe hatiye bê par hiştin û ev jî bi politîkayekî hişmendî tê kirin. Tecrîda li dijî Ocalan tenê nayê wê wateyê ku mafên Ocalan ji dest girtinê bi vê rewşê re politîkayekî tecrîdê li dijî hemû civakê tê kirin. Ocalan lîderê PKK’ê ye û li Tirkiyeyê weke mirovê ku aşitî li gel were gotûbêjkirin tê qebûl kirin. Ev tê wê wateyê ku eger vêya li Ocalan dikin wê li dijî hemû kesên din hemû tiştî bikin.”
SÎNCLAÎR: QANÛNÊN TÊKOŞÎNA TERORÊ LI DIJÎ MÛXALEFETÊ TÊ BIKARANÎN
Di panelê de piştî Ozturk Turkdogan Dîrektora Human Righd Watch (HRW) ya Tirkiyeyê Emma Sînclaîr axivî. Sînclaîr got, li Tirkiyeyê bi qanûnên têkoşîna li dijî terorê re zextek mezin li beşên mûxalif tê kirin û wiha got; “Êdî li Tirkiyeyê ne tenê mafê Kurd û çepgiran tê xwarin hemû beşê civakê rastî binpêkirinên mafan tê. Li gorî rapora Human Right Watch a Hezîrana 2018’an li Tirkiyeyê 250 hezar miorv di girtîgehê de ne. Ev hejmar îro hê zêdetire û ji 250 girtiyan tenê 20 ji sedî bi qanûnên têkoşîna li dijî terorê hatine girtin. Ev rewşekî kambax e. Li tu welatî hûn van hejmarê nabînin. Yanî qanûnên têkoşîna li dijî “Terorê” li dijî hemû beşên mûxalîf bi vekirî têne bikaranîn.”