Akin: Ji berxwedêran min moral stand

Akademîsyen Kamûran Akin ku çû serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Berlînê Cemal Kobanê, Omer Bagdur, Mele Mustafa Tuzak û Şiyar Xelîl, got, ''Min ji hevalan moral stand''.

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Berlînê ya Elmanyayê didome. Greva birçîbûnê ya li Berlînê ji hêla Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mustafa Tuzak û Şiyar Xelîl ve tê kirin. Çalakiya Tuzak kete roja 109'an, a Xelîl kete roja 96'an, a Kobanê û Bagdûr ev 93 roj in didome.

Serdanên li çalakiya ku li lokala Berlînê ya NAV-DEM'ê ye didomin. Herî dawî yek ji akademîsyenê ku bi BHQ'ê, ji bo ku aştî xwest ji hêla rejîma Erdogan ji kar hate avêtin serdana çalakagerana kir.

Akin ê ku bi aktivîstan re demekê civak girtî got, ''Ji ber çalakiya we, ez bi we şanaz im. Em jî li derve ji bo ku vî dengê we bidin bihistîn tişta ku ji dest me were em ê bikin.'' Çalakgerê greva birçîbûnê Mele Mustafa Tuzak jî ji ber serdanê malavayî li Akin kir û got, ''Ev tecrîd ne tenê tecrîda li ser Rêber Apo ye, ev her wiha li ser hemû gelê Kurdistanê ye. Mixabin cîhan naxwaze ku qêrîna Kurdan bibihîse. Em di jî dixwazin vê bêdengiya di şexsê Rêber Apo de, li bara Kudan ji holê rakin. Ji ber ku Rêber Apo dengê Kurdan û gelên Rojhilata Navîn e.''

'DIVÊ EM BIBIN DENGÊ QÊRÎNÊ'

Akademîsyen Kamûran Akin jî got bi taybetî ji ber nexweşiya Cemal Kobanê û rewşa tendiristiya wî giran bûye xwestiye ku serdana çalakgeran bike. Akin diyar kir moralê çalakgeran pir baş e û domand, ''Ev rewş moralê dide me. Ez dikarim bibêjim min ji wan moral stand. Bi taybetî peywireke mezin dikare ser Kurdên li dîaspora. Li bara çalakiyan peywira me ew e ku em bêhtir bi raya giştî bidin bihîstin. Em divê bibin dengê qêrîna wan.''

Li gorî Akin divê Kurdên li Elmanya û Ewropayê derkevin kolanan û li zextê li saziyên muxatab bikin. Akin bal kişande ser rojiya mirinê ya 15 girtiyan û got, ''Ji bo ku ev çalakî bi mirinê bi encam nebin divê tecrîd demildest rabe. Biya min greva birçîbûnê wê faşîzmê têk bibe.''