Akademiya Modernîteya Demokratîk wê li Baselê konferansekê li dar bixe

Akademiya Modernîteya Demokratîk, wê bi serenavê “Hunera Azadiyê – Birêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedanê yên Kolektîv” meha Mijdarê li Baselê konferansekê li dar bixe.

Akademiya Modernîteya Demokratîk, wê meha Mijdarê li Baselê konferansekê li dar bixe. Ji Hindistan, Kenya, Kolombiya, Venezûela, Başûrê Efrîkayê, Welatê Baskan, Katalonya, Îtalya, Kurdistan, Filîpîn, Elmanya û Norwecê wê kes tev li konferansê bibin. Konferans wê 17-19’ê Mijdarê bi serenavê “Hunera Azadiyê – Birêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedanê yên Kolektîv” li Baselê ku bajarekê Swîsreyê ye bê lidarxistin.

WÊ NIQAŞ LI SER MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST Û BERXWEDANÊ BÊ KIRIN

Di metna ragihandina konferansê de, wiha hatiye gotin: “Di vê konferansê de, li dijî krîza modernîteya kapîtalîst ku mezin dibe û rûdanên wê, em ê li ser rê û perspektîfên çareseriyê bisekinin. Li dijî pergalê aliyên bingehîn ên xwenûkirinê yên muxalefetê yên lezgîn û radîkal, entelektuel, exlaqî û siyasî çi ne?

Bi derketina rêyê bi ve pirsê, di vê konferansê de em dixwazin niqaşa aliyên cuda yên berxwedana li dijî pergalê bi awayekê kolektîv bikin. Ji xeynê niqaşên teorîk, tevgerên cuda ji bo xurtkirina pratîk û têkoşîna xwe ya hevpar wê bi hev re serpêhatî û stratejiyên xwe ji hev re bibêjin.”

Di metna ragihandina konferansê de ev tişt hatin diyarkirin: “Destwerdaneke demokratîk a navneteweyî ku li ber pergalê rabibe, di vê serdema krîzê de, ji her demê bêhtir pêwîst e. Pirsgirêkên civakî her ku diçe giran dibin. Hêzên demokratîk rû bi rûyê wê zehmetiyê ne ku civakan ji nû ve polîtîk bikin û kirdeyên demokratîk biafirînin. Hunera siyasetê ew e ku hêza siyasî xwe nesipêre dewletê lê xwe li bingeha civakê belav bike. Bi siyaseteke civakî ya wiha, derfeta azadbûnê çê dibe. Yên demokratîk ku bi hêza xwe ya civakî li dijî pergala hegemonîk in, divê li dîroka xwe ya berxwedanê bibin xwedî û cihên mirov lê hînê azadiyê bibe û bijî biafirîne û vê mîrateyê bi pêş ve bibe.

Niha em dixwazin li ser pirsên bingehîn ku siyaseta azadker û azadîxwaz rû bi rû ye, bisekinin. Mirov fikira sosyalîzma demokratîk, bi rastîniya jiyanê ya şênber a îro re li hev bîne? Rolê têkoşîna entelektuel, hişmendiya dîrokî, ekolojî, xelasiya jinan, têkoşîna çînî û wd. çi ye? 

Em hêj jî rû bi rûyê polîtîkayên netewe dewletan in ku her tim civakan homojen dikin û li dijî civakên pirqewmî têdikoşin. Li derên cuda yên cîhanê tevgerên civakî li dijî mêtingeriya kapîtalîst li ber xwe didin, gel û civak mafê diyarkirina çarenûsa xwe ji nû ve bi kar tînin. Ji lew ma wê sedsala 21’ê diyarkirina çarenûsa xwe û perspektîfên xweseriyê wê bibe mijara esas. Siyaseta azadker îro ne bi tenê rû bi rûyê pirseke teorîk a rast e ku bibe bersiv ji bo rastîniya lihevketî ya pratîkê.

Hêzên modernîteya demokratîk ji bo avakirina cîhaneke aştiyane, aram, ekolojîk û adilane divê li ser kîjan awayên birêxistinbûn û saziyan biryarê bide?

Armanca bi kongreyê, pênasekirina zehmetiyên hevpar, ketina hewila dîtina bersivan, çêbûna pirsan û di navbera tevgerên cur bi cur de ji bo danûstendineke entelektuelî ya li ser pratîk û têgehan avakirina qadeke kolektîf e.

Em dixwazin ku valahiyên di navbera têkoşînan de tije bikin, ber li perspektîfên xwe yên hevpar fereh bikin û xetên têkoşînê yên stratejîk bi hev re bihûnin. Ev, di avakirina teorîk û pratîk a birêxistinbûn û stratejiyên berxwedanê yên kolektîv de ji bo danîna tuxleyên nû vexwendinek e. Destpêkirina diyalogê di ser stratejiyên xwe yên hêzên siyasî re em ji xwe re wek erkeke krîtîk dibînin. Ji bo teşwîqkirina diyalogê di navbera têkoşînên azadiyê de, em li hêviyê ne ku tev li vê qada avakirinê ya hevpar bibin. Ji tecrûbeyên navxweyî û perspektîfên kûreyî em tayên berxwedanê yên hevpar birêsin û hêza yekitiya curbicurî û xweseriyan bidin der. Ji bo bilindkirina dengê têkoşîna gelan ji bo azadiyê, em dixwazin tecrûbeyên xwe yên avakirina berxwedanê û alternatîfên radîkal bi we re parve bikin. Em dixwazin vê bi hev re berz bikin ku dinyayeke din ne bi tenê mimkûn e – mirov ku rewşa dinyayê dide ber çavan, hewcedariya pê gelek e.”

BERIYA TEVLÊBÛNÊ QEYD DIVÊ

Di metnê de ev agahî hatine dayîn:

“Ji kerema xwe e-peyameke bi mijara ‘Konferans’ bişînin navnîşana [email protected]’ û ji bo tevlêbûnê beriya konferansê qeyda xwe çê bike:

Mijara ‘Hunera Azadiyê’, navê xwe, navê herêma xwe û li ser navê kîjan saziyê yan bi serê xwe yî diyar bike.

Ji bo mirov tevlê bibe divê e-peyama erêkirinê ji mirov re were. Dema dawîn a qeydê 30’ê Cotmeha sala 2023’yan e.’

Ji bo mirov baş bizane bê ka bername û şertên tevlêbûnê çi ne, mirov dikare vê lînkê bi kar bîne: 

https://democraticmodernity.com/events/conference-the-art-of-freedom