Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Ahmet Turk li parlamentoya Swêde axivî!

Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku dewleta Tirk bi darbeyekê ji ser peywirê girt, bi vîdeo konferansê tevlî civîna Parlamentoya Swêdê bû.

Koma Hevgirtina Kurdan ku komên li Parlamentoya Swêdê ava kirine li dijî darbeya qeyûm li parlamentoyê civînek danîn.

Li civînê gelek parlamenterên Swêdî û siyasetmedar hazir bûn. Ahmet Turk bi vîdeo konferansê tevlî civînê bû û axivî.

Parlamenterên Swêdî pirsên wekî, ''Asta hevgirtina navnetewî çawa ye, çima têkoşîna we ya azadiyê tê astengkirin, deqkirina we ya bi navê terorîzmê li ber xebatên we çawa dibe asteng?'' ji Turk kirin.

Ahmet Turk bi giştî wiha axivî:

''Li Tirkiyê ne tenê PKK bi terorîzmê tê tawanbarkirin. Hemû Kurdên ku daxwaza heq û azadiyê dikin mîna terorîstan têne dîtin. Ocalan ji bo aştiyê aktorekî girîng e û ji bo aştiyê bi rola xwe radibe. Lê bi tecrîda giran a ku li ser datînin nayê hiştin ku vê rola xwe bi cih bîne. Têkoşîna Kurdan ne tenê ji bo rizgariya wan e, têkoşîna demokratîkkirina tevahiya Rojhilata Navîn e. Êrîşa li ser me, weke ku di meseleya penaberan de hatî dîtin bandorê li Ewropayê jî dike.''