Agirê Newrozê li Leîpzîgê hate dadan

Kurdistaniyên li Leîpzîgê tevî dostên xwe agirê Newrozê dadan û ji bo bilindkirina têkoşînê biryardariya xwe nîşan dan.

Li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê, Kurd tevî dostên xwe li Rabet Parkê li hev kom bûn, Newroz pîroz kirin û piştevaniya xwe ya ji bo mexdûrên erdhejê nîşan dan.

Çalakiya Newrozê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê û qurbaniyên erdhejê destpê kir.

Siyasetmedar Menderes Canbeg li pîrozbahiyê axivî û got, "Têkoşîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya 50 salan destpê kir, ji bo gelê Kurd bû kevneşopiyeke berxwedan û vejînê. Vê berxwedanê ji Kawayê Hesinkar destpê kir û heta Mazlûm Dogan û Zekiye Alkanan bênavber dewam dike. Ala berxwedanê ya ku Mazlûm Dogan li zindana Amedê li dijî teslîmiyetê hilda, gihîşt me û ber bi serketinê ve diçe."

Canbeg bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê ya li Tirkiyeyê û got, "Di vê hilbijartinê de em ê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê têk bibin, em ê azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin."

Pîrozbahiya ku heta êvarê dewam kir bi dirûşma "Newroz pîroz be" bi dawî bû.