Agirê Newrozê li Bonnê hate dadan
Li bajarê Bonnê yê Elmanyayê, Kurdistaniyan Newroz pîroz kirin.
Li bajarê Bonnê yê Elmanyayê, Kurdistaniyan Newroz pîroz kirin.
Pîrozbahiyên Newrozê yên Kurdên li dîasporayê dewam dikin. Yek ji wan jî êvara 22'ê Adarê li Bonnê pêk hat. Pîrozbahiyê li ber Frankenbadê saet di 17:00 de dest pê kir.
Ji bo pîrozbahiyê ku bi dirûşma "Em bi ruhê Garê berxwedanê mezin bikin, Rêbertî û Kurdistanê azad bikin" hate lidarxistin, ji Bonn û derdora wê gelek kes tevlî bûn.
Di pîrozbahiyê de Koma Rojava derkete ser dikê û beşdaran jî li dora agirê Newrozê govend gerandin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz" hatin qîrîn.