ADKM: Em di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê werin ba hev
Meclîsên Komunên Şoreşger ên Ewropayê bang li hemû şoreşger û demokratan kir ku beşdarî meş û mîtînga 15’ê Sibatê ya li Strasboûrgê bê lidarxistin bibin.
Meclîsên Komunên Şoreşger ên Ewropayê bang li hemû şoreşger û demokratan kir ku beşdarî meş û mîtînga 15’ê Sibatê ya li Strasboûrgê bê lidarxistin bibin.
Meclîsên Komunên Şoreşger ên Ewropayê (ADKM) ji bo meş û mîtînga 15'ê Sibatê ya bi boneya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî li Strasboûrgê bê lidarxistin banga beşdarbûnê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya ADKM’ê de wiha hat gotin: “26 sal di ser Komploya Navneteweyî re derbas bûn. Birêz Abdullah Ocalan ê ku gelê Kurd wî weke rêberê siyasî qebûl dike, ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên dijmirovî de tê girtin. Komploya 15'ê Sibatê her sal li welatên cuda yên cîhanê û Tirkiyeyê bi çalakî û xwepêşanan tê şermezarkirin û balê dikşînin ser girîngiya azadiya Birêz Ocalan. Em bang li hemû şoreşger û demokratan dikin ku beşdarî meş û mîtînga 15'ê Sibatê ya li Strasbourgê bê lidarxistin bibin û li bi gelê Kurd re werin ba hev.”