ADGB: Em Erdoganê dîktator li Elmanyayê naxwazin
ADGB‘yê diyar kir ku weke gelên li Tirkiyeyê û Kurdistanê, ji ber pêkanînên faşîst û polîtîkayên nedemokratîk ên dewleta Tirk koçî Ewropayê bûne û got: “Em Erdoganê dîktator li Elmanyayê naxwazin.“
ADGB‘yê diyar kir ku weke gelên li Tirkiyeyê û Kurdistanê, ji ber pêkanînên faşîst û polîtîkayên nedemokratîk ên dewleta Tirk koçî Ewropayê bûne û got: “Em Erdoganê dîktator li Elmanyayê naxwazin.“
Hêza Yekbûyî ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em Erdoganê dîktator li Elmanyayê naxwazin.“
Daxuyaniya ADGB’ê wiha ye:
“Erdoganê dîktator, beriya hilbijartineke giştî ya din wê serdanê li Elmanyayê bike. Ji bo mayîndebûna rejîma xwe ya zextker û qirker, wê gera ji bo piştgiriyê bike û di heman demê de bikeve wê hewilê ku ji êrîşkariya wî ya bi ser gelê Kurd, Elewîtî, karker û kedkarên ji Tirk û ji neteweyên din, jin û ciwanan re, kes dengê xwe neke.
Di serî de Elmanya, ev rewş ji berê de ji bo hemû welatên YE’yê ku ji xwe re dibêjin demokrat û mafparêz, wek kaxizê turnûsolê ye.
Gelên Tirkiye û Kurdistanê vê pirsê ji siyasetmedarên vî welatî dikin: ‘Wek ku hûn îdia dikin hûn ê bibin aliyê demokrasiyê û mafên mirovan an wek ku we berê jî kiriye hûn ê van nirxên cîhanî bikin bi qurbana berjewendiyên xwe leşkerî, siyasî û aborî?’
Em gelên li Tirkiyeyê û Kurdistanê dijîn ku ji ber pêkanînên faşîst û polîtîkayên nedemokratîk ên dewleta Tirk koçî Ewropayê bûne, em naxwazin Erdogan li Berlînê bibînin.
Çimkî em;
Em Kurd in ku hewila tunekirina hebûna me ya neteweyî, ziman û çanda me tê dayîn. Bi tundûtûjiya faşîzane dikevin hewila her daxwaza me ya ji bo wekhevî û azadiyê. Jin û ciwanên me li bajarên mezin, li serê çiyayan tên qetilkirin, cenaze û gorên me tên perçekirin, bedenên me bi çekên kîmyewî tên perçekirin. Dikevin wê hewilê ku me bi Rêbertiya me tecrîd bikin û hêviya me ya jiyana bi wekhevî û azadî li çar parçeyên Kurdistanê, bi lîstikên siyasî û polîtîkayên qirkirinê bişikînin.
Kurd, Tirk, Çeçen, Ezerî, Ermen, Rûm, Romen, Elewî, Êzidî, Xirîstiyan û misilman in. Em hatine qetilkirin, dest danîne ser dewlemendiyên me, ji ser axa xwe hatin sirgûnkirin. Gule li rewşenbîr û nivîskarên me yên wek Hrant Dînk hatine xistin.
Em Tirk in. Em gelek in ku bi jehra bi nijadperestî û şovenîzmê hewl tê dayîn ku nirxên me yên mirovî tune bên hesibandin, em ji ber şerên qirêj ên Erdogan û dewleta Tirk ji her cure mafê aborî û demokratîk, bêpar hatine hiştin û mêtingeriya herî giran li ser me hatiye ferzkirin.
Em gelê Elewî ne. Em mirovên baweriyekê ne ku hişmendiya yek ziman û yek ol em tune hesibandine, perestgehên me wek ‘mala şahiyê‘ tê dîtin, li ser malên me ‘x’ yên sor tên çêkirin û kujerên zarokên di zikê dêya xwe de me wacib dibînin, hîna daxwaza ‘azadiya baweriyê‘ bi zext û xwînê hewl tê dayîn ku bê çewisandin.
Em jin in. Weke hişmendiya mêrserwer miameleya mirovên çîna duyemîn li me tê kirin, rejîma Erdogan hewl dide biryar bide ku em çawa bijîn, çawa li xwe bikin, çend zarokan bînin dinê, em bi destê terîqet û cemaetan ên bûne hevkarê desthilatdariyê, bi piçûkayî tên zewicandin û di şevekê de ji mafekê weke Peymana Stenbolê bêpar tên hiştin.
Em ciwan in. Yên pêşeroja wan hatiye dizîn, bi welat re ketiye nava çirava madeyên hişber, yên ku daxwaza wan a ‘azadî, zanist û perwerdeya bi zimanê dayikê‘ tune tê hesibandin, yên ku ne weke heq dikin qasî ku guh didin rejîmê ‘nirx‘ dibînin in.
Em akademîsyen in. Yên ku dixwazin perwerdeya demokratîk û zanistî bidin, aştiyê diqêrin û li beramber vê yek bi KHK’iyan ji karên xwe hatine dûrxistin in.
Em weke ADGB’ê ji bo tevlêbûna herî berfireh di bin sernavê ‘Erdogan: Înîsiyatîfa Kesê Nayê Xwestin‘ de bang li hemû kesên demokrat, pêşverû, enternasyonalîstên herêmî û gelên koçber dikin ku 27’ê Çileya 2023’yan saet 13:00’an li Bûnderskanzleramt – li Berlînê tevlê meş û mîtînga protestoyî ya navendî ya Elmanyayê bibin.“