ADGB’ê: Divê leşkerên Tirk demildest ji Başûrê Kurdistanê vekişin!

Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB), diyar kir ku pêwîste leşkerên Tirk a dagirker demildest ji Başûrê Kurdistanê vekişin.

DAXUYANIYA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ

Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB), der barê êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand. ADGB’ê di daxuyaniya xwe de got, “Piştî hilbijartinên xwecihî, tevgera dagirkeriyê ya li Başûrê Kurdistanê, bi şewata daristanan destpê kir. Desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide têkçûna xwe ya di hilbijartinên xwecihî de bi gurkirina şer li ser esasê şovenizm û nîjadperestiyê bide jibîr kirin, rojevê biguherîne û bawerî bi dest xe. Li ser vê bingehê ji bilî DEM Partiyê bi partiyên muxalîf re hevdîtin pêk anî û zemîna siyasî ya navxweyî ya tevgera dagirkeriyê amade kir.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, " Di hefteyên dawî de peyam û hewldanên berdevkê sereke yê rejîma faşîst Receb Tayyîp Erdogan ji bo pêşxistina diyaloga bi Serokê Sûriyê Esed re; nîşan dide ku tevgera dagirkeriyê wê di nava çarçoveyeke teng de nemîne û wê demeke dirêj berdewam bike."

ADGB’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo dagirkirina Rojava ji Rûsyayê û ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê jî ji NATO’yê destûr girtiye û got, “Weke şoreşger, sosyalîst, komunîst û welatparêzan erka me ya sereke ew e ku em li dijî êrîşên tinekirin û teslîmgirtina Tevgera Azadiya Kurdistanê helwesta xwe nîşan bidin û li ber desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê rabin.”

ADGB’ê banga divê leşkerên Tirk demildest ji Başûrê Kurdistanê vekişin kir û wiha bi dawî kir, “33 şoreşgerên ciwan bi armanca xwedîderketina gelê Kobanê li dijî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê bi ruhê hevgirtinê bedena xwe kirin mertal. Em careke din wan bibîr tînin û balê dikişînin ser girîngiya hevgirtinê. Em ê bi hev re li dijî emperyalizm, faşîzm û paşverûtiyê têbikoşin û hevgirtina gelan xurt bikin. Em bi biryardarî û cesaret tevbigerin.”