Li Krefeldê Ûgûr Şakar hate bîranîn

Ûgûr Şakar ê di sala 2019’an de li dijî Komploya Navneteweyî bedena xwe da ber agir, li cihê çalakiyê hate bibîranîn.

Ûgûr Şakar ê ku di 20’ê Sibata 2019’an di saet 10.20’an de li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Dadgeha Krefeldê bedena xwe de ber agir, li cihê çalakiyê hate bîranîn. Şakar li cihê çalakiyê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hat bibîranîn.

Hevreyê têkoşînê yê Ûgûr Şakar Huseyîn Park, siyasetmedar Lezgîn Botan, nûnerên Tevgera Jinên Kud û Dîe Linkeyê, di merasîma bîranînê de axivîn û soza dilsoziya bîranînên Şakar dan.

Nûnerê Dîe Lînke yê Krefeldê Stefan Hagemes diyar kir ku dewleta Elmanya li şûna ku çalakiya Ûgûr Şakar weke peyamekê binirxîne, dest ji krîmînalîzekirina Kurd û PKK’ê bernade.

Endamê Meclîsa Lihevkirinê ya Krefeldê û parêzvanê mafên mirovan Mîchael Hohne Pattberg bal kişan ser şer û binpêkirinên mafan ên li cîhan û Kurdistanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo hemû girtiyên siyasî azadî, ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû.”

Piştî axaftinan nameya Ûgûr Şakar ku beriya çalakiya xwe hiştibû, hate xwendin û soza dilsoziya têkoşîna wî hat hat dayîn.

Merasîma bîranînê bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.