Şoreşgerên enternasyonalîst Nûdem û Amara hatin bibîranîn

Şoreşgerên enternasyonalîst Ûta Schneîderbanger li gel Ekîn Ceren Dogrûak li Mulheîm an der Ruhrê hatin bibîranîn.

Aktivîstên Tevgera Jina Azad a Kurditanê Ûta Schneîderbanger (Nûdem) li gel Ekîn Ceren Dogrûak (Amara) li Mulheîm an der Ruhr a Schneîderbanger hatin bibîranîn.

Bîranîna ku ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinê (CENÎ), Navenda Lihevcivînê ya Jinê (Ûtamara) û Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel a Dûîsbûrgê ve hate organîzekirin, Schneîderbanger li ser gora xwe ya li Goristana Altstadt a li bajarê Mulheîm an der Rûhrê hate bibîranîn.

Li gel dayik û baêvê Ûta Schneîderbanger CENÎ, Ûltamara, Tevgera Jina Kurd, KOMAW, Nûnerên Saziya Ziman û Kurdistaniyên li Dûîsbûrg û derdorî wê dijîn tevlî bîranînê bûn.

Bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir siyasetmedara jina Kurd Besîme Koca, li ser navê Ûtamara Bîrgît bAûmeîster û hevseroka KOMAW’ê Şengê Kahraman axivîn.

Goristana ku gorên Schneîderbanger û Dogrûak lê bûn gul danîn ser goran.

Bîranîn bi belavkirina helwayê bi dawî bû.