'Şoreşa Rojava şoreşa me ye'

Komên çep û otonom li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê meşiyan û gotin, "Şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa me ye."

Komên çep û otonom ên Elman, ji bo gef û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar bikin û ji bo destekê bidin şoreşa Rojava, meşek organîze kirin.

Nêzî 100 kes li ber avahiya Rote Flora ya li St. Paûliyê li hev civiyan û destpêkê mîtîngek li dar xistin.

Kesên ku li qada mîtîngê axivîn gotin, li dijî gefên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Rojava, ew li hev civiyane. Qisekeran bla kişandin ser girîngiya şoreşa li Rojava û bandora wê ya li cîhanê û gotin, "Şoreşa Rojava şoreşeke rûmet û mirovahiyê ye."

Piştî axaftinan, girseya gel dest bi meşê kir. Di dema meşê de alên YPG û YPJ'ê li ser banê Rote Flora hatin vekirin û çirûskên peqîner hatin teqandin.

Meşê heta ber avahiya konsolosxaneya Tirk dewam kir. Di meşê de dirûşmên "Bijî piştgiriya şoreşgerî", "Bijî berxwedana Rojava û Efrînê", "Jin, jiyan, azadî" hatin qîrîn.

Çalakger dema ku ji ber Girtîgeha Damtorê derbas dibûn ku siyasetmedarê Kurd Mahmût Kaya lê girtî ye, dirûşmên "Azadî ji hemû girtiyên siyasî re" û "Azadî ji Mahmû Kaya" re qîriya.