BI DÎMEN

Şoreşa Rojava li Sydneyê hat silavkirin

Bi wesîleya 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava li Sydneyê pîrozbahî hat lidarxistin. Hevserokê DKTM’ê Tîmur Tatvan di pîrozbahiyê de axivî û got, “Heta ku li Kurdistanê xiyanet neyê têkbirin, dawî li dagirkeriya dijmin nayê.”

ŞOREŞA ROJAVA YA 19’Ê TÎRMEHÊ

Li bajarê Sydney yê Awûstralyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava bi çalakiyeke hat pîrozkirin.

Hevserokê DKTM’ê Tîmur Tatvan di pîrozbahiyê de axivî û anî ziman ku Şoreşa Rojava ku berhema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, hê ji niha ve di dîroka şoreşên cîhanê de xwedî cihekî girîng e. Hevserokê DKTM’ê Tatvan diyar kir ku ew ê xwedî li nirxên şoreşê ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine afirandin derbikevin û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi hevkariya xiyanetkar PDK’ê destkeftiyên gelê Kurd bi taybet Şoreşa Rojava tune bike û sed salên din jî mehkûmî koletiyê bike. Li Kurdistanê bidawîkirina dagirkerî bi bêbandorkirina xiyaneta PDK’ê re pêkan dibe. Heta ku li Kurdistanê xiyanet neyê têkbirin, dawî li dagirkeriya dijmin nayê. Ji ber vê yekê rêya serkeftinê ya li dijî mêtîngeriyê têkbirina xiyanetê ye.”

Piştî axaftinê sînevîzyona li ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şoreşa Rojava hate pêşandan û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.