Şervanê QSD’ê li Kasselê hate bibîranîn

Şervanên QSD’ê Siwar Ciwan û Berxwedan Efrîn ên di 13’ê Cotmehê li Rojava di Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû, li bajarê Kassel ê Elmanyayê hate bibîranîn.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kassel (NCKD) bi tevlîbûna malbatan bîranîn destpê kir. Bavê şervanê QSD’ê Siwar Ciwan ê di nava refên QSD’ê de bi rêya deng peyamek şandibû ji bo bîranînê. Bavê şehîd got: “Di vê têkoşîna rûmetê de me gelek berdêl da, gelê Kurd amade ye ji bo azadiya xwe berdêl bide. Em heta faşîzma dewleta Tirk tarûmar nekin, dev ji têkoşînê bernadin.”

Sersaxî li NCKD a Kasselê tê qebûlkirin.