'Şert û mercên kar, tenduristî, ewlekarî û jiyana azad ên Rêber Apo divê bêne afirandin'

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku heta şert û mercên ewlekarî, tenduristî, jiyana azad û kar ên Rêber Apo neyên afirandin wê nikaribe bi rola xwe rabe û got, di vê mijarê de divê gav bê avêtin.

BESÊ HOZAT

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî bernameyeke taybet a li televîzyona Medya Haberê bû, mijara pêvajoyê nirxand ku piştî hevdîtinên bi Rêber Apo re destpê kir.

Besê Hozat da zanîn ku heta niha ji aliyê dewleta Tirk ve ti gavên berbiçav nehatine avêtin û got: “Ji bo pêşketina pêvajoyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û bidawîkirina şerê heyî tişta pêwîst rakirina tecrîdê ye. Divê ji bo Rêber Apo şert û mercên jiyana azad, ewlekarî, tenduristî û xebatê bên avakirin.” 

Besê Hozat anî ziman ku bêyî afirandina van şert û mercan ne pêkan e ku Rêber Apo rola xwe bilîze, bixebite û bang li civakê bike û ev tişt got: “Di şert û mercên tecrîdê de çawa bangeke wiha ji bo Rêber Apo tê hêvîkirin, bangek çawa tê xwestin, çawa dixwazin vekirî bang li raya giştî bike? Di şert û mercên tecrîd û êşkenceyê de ev yek pêk nayê.”

Besê Hozat mînaka Mandela da û wiha pêde çû: “Mandela di kîjan pêvajoyan de rol lîstiye? Li Efrîkaya Başûr pêvajoya çareseriyê û pêvajoya aştiyê çawa pêş ket? Ev bi guhertina şert û mercên Mandela pêk hat. Ji bo Mandela şert û mercên jiyana azad û xebatê hat dayîn, bi her kesî re têkilî danî, hevdîtin kir, nîqaş kir û nêrînên xwe parve kir, bangên xwe kir û peyamên xwe ji her kesî re gihandin. Ev hemû piştî ku ew şert û mercên tecrîdê hatin rakirin, pêk hatin.”

Nirxandinên Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat wiha ne: 

“Şande piştî hevdîtina duyemîn ji bo peyam û nêrînên Rêbertî bi aliyan re parve bike xebatên girîng kir. Peyamên ku ji wan xebat û hevdîtinan derketin erênî bûn. Di vê wateyê de li Tirkiyeyê, di nava Kurdan, civaka Tirkiyeyê, hemû hêzên demokratîk, heta gelên herêmê û hemû beşên demokratîk de atmosfereke erênî hate afirandin. Ji bo pêvajoyeke aştiyê ya bi wate û bi rûmet pêş bikeve, çareseriya pirsgirêka Kurd û ev şerê qirkirinê bi dawî bibe rewşeke erênî derket holê. 

Lê belê ji aliyê desthilatdariyê ve nêzîkatiyeke ku vê atmosferê geş û xurt bike, bi rastî jî piştgriyê bide van pêngavên Rêber Apo û di vê wateyê de van hest û ramanên xweşbîn di nava gelê Kurd, raya giştî ya demokratîk û gel de xurtir bike, nîşan nedaye.

Hîn jî gavek berbiçav nîne. Di warê pêşketina pêvajoyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û bidawîkirina vî şerî tişta bingehîn a ku tê xwestin bê guman rakirina tecrîdê ye. Divê ji bo Rêber Apo şert û mercên jiyana azad, ewlehî, tenduristî û xebatê bên avakirin..

RÊBER APO DI ŞERTÊN TECRÎDÊ DE NIKARE BANG BIKE

Heta ev şert û merc neyên afirandin, ne pêkan e ku Rêber Apo rola xwe bilîze, bixebite, azad bixebite, bang li civakê bike, peyam û bangawazî ji Kurdan re bike. Ma şert û mercên Rêber Apo hatine guhertin, ma tecrîd ji holê hatiye rakirin ku Rêber Apo bi rehetî bang raya giştî û Kurdan bike, nêrînên xwe li derve bîne ziman? Parêzerên wî dibe, malbat dibe, siyasetmedar dibe, gelek beşên ku dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin hene, saziyên sivîl hene, rêxistinên girseyî yên demokratîk hene. Ma dikare bi van hemû beşan re têkiliyê deyne, nêrînên xwe ragihîne, nirxandinan bike, peyamên xwe bide û şert û merc hatine avakirin? Na. 

Ma di şert û mercên tecrîdê de Rêber Apo dikare bangekê bike? Banga ku di bin şert û mercên tecrîdê bê kirin ma rewatiya wê heye? Bi rastî di şert û mercên tecrîd û êşkenceyê de her bang û peyama ku dike ma hikmê wê heye? Ma ev pêkan e? Ev ne pêkan e. Di şert û mercên tecrîd û êşkenceyê de çawa bangek ji Rêber Apo tê hêvîkirin, çawa bang jê tê xwestin, çawa tê xwestin û hêvîkirin ku bi awayekî vekirî bang gel bike? Di şert û mercên tecrîd û êşkenceyê de ev ne pêkan e.

Li cîhanê mînaka vê nîne. Mandela di kîjan pêvajoyan de rol lîstiye? Li Efrîkaya Başûr pêvajoya çareseriyê û pêvajoya aştiyê çawa pêş ket? Ev bi guhertina şert û mercên Mandela pêk hat. Ji bo Mandela şert û mercên jiyana azad û xebatê hat dayîn. Bi her kesî re têkilî danî, hevdîtin kir, nîqaş kir û nêrînên xwe parve kir. Bangên xwe kir û peyamên xwe ji her kesî re gihandin. Ev hemû piştî ku ew şert û mercên tecrîdê hatin rakirin pêş ket. Li her derê cîhanê wisa ye. Hemû mînak jî wiha ne. Niha jî wê tecrîdeke pir giran li ser Rêber Apo bê ferzkirin, tecrîdeke mutleq, pergala êşkence û tecrîdê wê 25-26 salan bi awayekî sîstematîk bê domandin, bêyî ku di şert û mercên Rêber Apo de guhertin çêbibin wê tecrîdek pir giran bê meşandin, wê di şert û mercên jiyana azad û xebatê  ava nekin û li benda banga Rêber Apo, li benda peyamekê ne. Ev bendewarî kêm in. Ev bendewarî ne rast in.
Ji bo Rêber Apo ku bi awayekî azad bixebite, peyamê bide her kesî, bang li her kesî bike -Tevger jî di nav de divê tecrîd were rakirin. Pêwîst e ku tecrîd demildest were rakirin. Hewceye şert û mercên jiyana azad, ewlehî, tenduristî û xebatê bên avakirin.

TECRÎD SÛCÊ DIJMIROVÎ YE, BINPÊKIRINA HIQÛQÊ YE

Divê ev tenê ne rasterast be, divê fermî bibe. Ji ber vê yekê, divê qanûnek li parlamentoyê were derbas kirin. Divê qanûn di parlamentoyê de were derxistin. Divê tecrîd bi fermî were rakirin. Divê qanûna vê were pejirandin. 

25 sal derbas bûn. Li gorî dadgehê, li gorî Peymana Navneteweyî ya Mafên Mirovan, li gorî Zagona Navneteweyî, divê Rêber Apo ji mafê hêviyê sûd werbigire. Divê tecrîd were rakirin. Divê Rêber Apo serbest were berdan. Divê azad bixebite. Divê di aliyê fîzîkî de azadî bibe. Qanûna navneteweyî vê yekê dibêje. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di vê çarçoveyê de biryar da. Ji bo guhertinên qanûnî salek dem da Tirkiyeyê. Bêguman ev encama pêngava azadiyê ya gerdûnî ye. 

Di vê qonaxa hatinê de ev tişt neyên kirine, ji Rêber Apo her tiştî dixwazin. Ev nayê qebûlkirin. Mafên qanûnî yên bingehîn ên Rêber Apo nabe ku bibe mijare bazarê. Beriya ku tiştan ji Rêber Apo bixwazin ji bo mafê hêviyê divê di parlamentoyê de qanûn bê derxistin. 

Tecrîd sûcê dijî mirovahiyê ye. Binpêkirina hiqûqê ye. Tirkiye bi pergala tecrîdê hiqûqa xwe û hiqûqa navneteweyî ya îmze kiriye binpêk kiriye. Tine hesibandiye. Ev sûc e, ev komkujiya hiqûqê ye. Ev sûcê dijî mirovahiyê ye. Divê demildest dawî li vê yekê were.

Mafên hiqûqî yên bingehîn ên Rêber Apo dikin mijara bazarê. Ji bo vê yekê, divê parlamento demildest kom bibe û qanûnan derbixe.  Divê qanûnên hiqûqî bên derxistin. Divê şert û mercên jiyana azad û xebatê bên avakirin. Heke wisa bibe însiyatîfa Rêber Apo wê bi encam bibe û bigihîje encamekê. Ev girîng e. 
Bi rastî jî di vî alî de divê têkoşîneke xurt bê meşandin. Eşkere ye ku desthilata heyî, desthilata AKP’ê di nava hewleke dijwar a valaderxistin û provokekirina vê însiyatîfê de ye. Mînak niha tişta ku di nav Kurdan û hawîrdora demokratîk a Tirkiyeyê de tê nîqaşkirin ev e. Ji serpan û polîtîkayên desthilata heyî fikarên pir mezin heye û gumana dikin. Dibêjin gelo AKP bi vekirina pêşiya hevdîtinan, rewşeke wiha biafirîne û li pey hin hesaban e. Yek, ji xwe pêngava azadiyê ya gerdûnî, berxwedana gerîla, gel bi rastî jî vê desthilatê tengav kir. Li derve û hundir tengavbûn û xitimandineke cîdî dijî. Geşedanên li herêmê jî li ser vê yekê zêde bûn. Ew di dewleta Tirk û desthilata heyî rê li ber fikar û tirsekê vekir. Tirsa ketina ji desthilatê pir zêde ye. Ji ber van hemûyan, çalakiyên dewlemend û çalakiyên gerîlayan ên bi bandor ên di vê pêvajoyê de pêk bên wê hilweşînê pir leztir bike û wê bêhtir tengav bike. Gelo ji bo pêşiya çalakiyan bigire kete nava hewldaneke wiha? Berxwedana civakî, pêngava azadiyê ya gerdûnî tengasiyek pir dijwar çêkir. Gelo ji bo pêngava azadiyê ya gerdûnî, berxwedana civakî û berxwedanê lawaz bike kete nava nêzîkatiyeke bi vî rengî?

Tiştek din; di vê pêvajoyê de têkçûnên mezin jiya. Ji bo vê têkçûna xwe binixumîne ketiye nava hewldaneke dijwar? Ji ber ku medyaya desthilatê şerekî taybetî ya psîkolojîk a dijwar dimeşîne, hewl dide ku her kesî bixapîne. PKK qediya, xilas dibe, wê teslîm bibin, ya wê bên kuştin ya jî wê bên veşartin... Bi propagandayên vî rengî hewl didin rewşeke ku wan qezenc kiriye, PKK têkçûye, Kurd têkçûye biafirînin û bi vê re têkçûna xwe binixumîne û dîsa xwe bi hêz bikin? Nîqaşên bi vî rengî dikin?

DESTHILATA AKP-MHP’Ê LÎSTOKEKE DU ALÎ DILÎZIN

Ji aliyekî din ve, gelo hewl dide ku muxalefetê derxe pêşberî Kurdan, alozî û pêvçûnan kûrtir kûr bike, dijberiyê kûr bike? Weke ku gelo Kurd bi AKP re li hev dikin? Gelo dîsa nêzîkî desthilatê dibin? Di vê mijarê de hewl dide tevlîhevî çêbibe, guman û fikaran bi muxalefeta nava pergalê re çêbike, bi taybet nêzîkbûna girseya CHP û DEM Partiyê, hevparbûna li dijî polîtîkayên qeyûman, lihevkirina bajaran û sekna polîtîk xera bike? Di mijarê de pêvajoyeke ku muxalefetê bi temamî parçe bike, bi hev kevin, Kurd û hêzên demokrasiyê bi tevahî tenê bihêlin û hemûê muxalefetên din bikin dijberî vê hêzê, bi armanca li hemberî Kurdan sor bikin û muxalefetê bêçare bike, dimeşîne. Gelo di nava hewldana ku aliyê nijadperest ê sekuler bike dijminê Kurdan de ye? Ji aliyekî ve rê li ber vê vedike, ji aliyê din ve jî êrîşên qirkirinê didomîne. Lîstokek wisa du alî dilîzin.

Ji ber vê yekê, bi kîjan alî ve lê binêrin jî ev desthilat baweriyê nade, tevlîheviyê diafirîne, bi nêzîkatiyên xwe, polîtîka, pêkanînên xwe re bêbaweriyê diafirîne. Tevahiya medyayê ji bo vê dixebitin. Şerê taybet û psîkolojîk bi dijwarî didomînin.

Helbet wateyeke van nîqaşan heye. Divê ev biçûk neyên dîtin. Ji ber ku di rewşa heyî de desthilata AKP’ê ji şer xwe xwedî dike. Ew şerekî pir giran sor dike. Wexta mirov li rastiya polîtîkayên heyî dinihêre ev desthilat naxwaze şer bidawî bibe. Bi rastî naxwaze pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin. Ji ber ku heke pirsgirêka Kurd were çareserkirin, wê şer bidawî bibe. Ma ev desthilat wê çawa xwe xwedî bike? Ev desthilat ji şer, kaos, krîzê xwe xwedî dike. Ji dijberbûnê xwe xwedî dike. Ger pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin, Tirkiye demokratîk bibe, li holê şer namîne. Dijberî jî namîne. Bê edaletî jî namîne. Pirsgirêka demokrasiyê namîne. Pirsgirêka edaletê namîne. Bê hiqûqî jî namîne. Ew ê ji kûderê xwe xwedî bike? Çavkaniyên ku jê xwedî dibe wê biçikin. Ji ber ku hemû polîtîkayên xwe li ser şer, krîz, kaosê avakiriye, difikire ku wê bikeve û têk biçe. Ji ber vê yekê her tim şer sor dike. Dijminatiya Kurdan dike. Heta ku jê tê li her derê êrîşên xwe dijwartir dike. Her roj girtina dike. Êrîşên qirkirin û dagirkeriyê li Rojava, Kurdistanê bidomîne. Li Başûrê Kurdistanê didome. Her tim şer kûr dike. Her tim şerê taybet û psîkolojîk dijwartir dike û zêde dike. 

Ji xwe bi Kurdan sînordar nake. Niha êrîşî hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê dike. Ne tenê hêzên demokratîk. Ew êrîşî lîberalan dike. Ew êrîşî muxalefeta pergala navxweyî dike. Ew êrîşî her kesên ku dengê derdixin û muxalefetê dikin, dike. Hunermendên ku beşdarî Geziyê bûbûn yek bi yek digire. Li ser wan zexteke dijwar dimeşîne. Şaredariyan desteser dike. Êdî tenê li Kurdistanê desteser nake. NIha dest bi desteserkirina şaredariyên CHP’ê jî kiriye. Di bin navê nelirêtiyê şaredariyan desteser dike. Ger desteser nake jî yên ji hêla hilbijêran ve tên hilbijartin jî bêrûmet dike. Ji ber vê yekê baweriyê nade.

Niha bi rastî hewldanên Rêber Apo yên hêja hene. Eşkereye ku din nava dewletê de jî nêzîkatiyeke wisa heye. Li gel dijberiya desthilatê, daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd heye. Rêbertî vê yekê hîs dike û dibîne. Dixwaz piştgirî û hêzê bide wan. Bi hemû hêza xwe dixebite. Bi rastî jî divê mirov Rêbertiyê bi tenê nehêle. Divê ev aliyê di nava dewletê de derketiye jî bi tenê nehêlin.

Di serdema AKP’ê de jî dem bi dem aliyên wisa derketin. Di 2005’an de nûzîkatiyeke wisa di nava dewletê de pêş ket. Lê AKP ji bo berjewendiyên xwe û berjewendiya desthilata xwe ev alî îstîsmar kir. Vê yekê veguherand amûreke polîtîk. Nêzîkatiya di nava dewletê de çewisand û tasfiye kir. Ji hemûyan hêz girt.
Niha ji bo heman aqûbetê nejî pêvajoya 2013-2015’an jî hema e. Yanî ji bo berjewendiyên xwe pêvajo îsîtîsmar kir. Ji bo AKP heman pêvajoyê nejî û têk biçe divê mirov çi bike? DIvê piştgiriyeke xurt bidinê. Ji ber vê yekê, divê hemû komên civakî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, saziyên civakî, Elewî, jin, ciwan, hemû hêzên demokrasî, hemû beşên demokratîk, hemû bawerî, her kesên demokrasî, aştî, edalet û azadiyê diparêzin, divê xwedî li vê pêvajoyê derkevin û bi xurtî beşdar bibin. Ji bo serketina pêvajoyê têbikoşin. Divê xebat bê meşandin. Divê xwedî lê derkevin. Divê li her deverê seferber bibin.
Ji ber vê yekê, ev pêvajo pir girîng e. Di vê pêvajoyê de, hemû dijber, hemû alîgirên aştî, demokrasî, edalet, wekhevî, divê hemû beşên dijber, muxalefet hêza xwe bikin yek û bi hev re têkoşîna çareseriya demokratîk bimeşîne. Divê piştgiriyê bidin ev hewldanên Rêber Apo. Hêz û piştgiriyê bidin ev beşên dewletê. Li ser bingeha çareserkirina pirsgirêka Kurd, li ser bingeha demokratîkkirina Tirkiyeyê, ji bo serketina wê û encamê bigirin, divê her kes beşdarî vê pêvajoyê bibe. Ev gelekî girîng e.
Heya niha di vî alî de hin peyamên hatin dayîn. Peyamên erênî hene, di danûstandinên partiya siyasî de derketin holê. Lê divê em bi daxuyaniyekê û peyamekê têr nebînin. Desthilat tevlîheviyek pir cidî diafirîne. Em dibînin ku ev yeke bandorê li ser muxalefetê û partiyên muxalefetê jî dike. Tevlîheviyek pir cîdî heye. Car carinan erênî, carinan jî neyînî, carinan jî bi rewşek ku li pêşiya xwe digire, zimaneke wê heye. Di vê pêvajoyê de yên vê pêvajoyê pêş xistin, mezin kirin dihêle encam bê girtin, medyaya desthilatdariyê û hinek medyaya muxalefetê proveke dike û têk dibe pêş ket. Divê ev were derbaskirin.

Ger edalet were Tirkiyeyê, ger aştî were, demokrasî were, hiqûq were rêya vê di çareserkirina pirsgirêka Kurd de derbas dibe. Di demokratîkbûna Tirkiyeyê de derbas dibe. Hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tên jiyîn bingeha wê di pirsgirêka Kurd de derbas dibe. Sedema sereke ya ku Tirkiye ewqas zordar e, faşîst û dijdemokrat çaresernekirina pirsgirêka Kurd e. Polîtîkayên qirkirinê û şer e.
Divê niha civaka Tirkiyeyê jî vê fêm bike. Pêdivî ye ku muxalefet kûr fêm bike. Divê bi hev re van lîstikên desthilatê vala bên derxistin. Ev di têkoşînek hevpar, yekbûyî derbas dibe.

ME JI RÊBER APO PEYAM Û NAME NEGIRTIYE

Heta niha, ji Rêbertiyê tiştek nehatiye. Yanî ne name, ne jî peyamek rasterast nehatiye. Lê em li bendê ne ku wê bê. Gava ku hat em ê binirxînin, em ê li gorî wê tevbigerin, em dikarin vê bibêjin. Lê heta niha nehatiye. Em difikirin ku wê were û em li bendê ne.

TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ JI BER SEDEMÊN PIRSGIRÊKA KURD HEYE

Ji ber ku pirsgirêka Kurd heye, çek heye. Ger polîtîkayên li ser gelê Kurd ên tinekirin, tinehesibandin û qirkirinê nebûna, wê demê têkoşîna çekdarî jî pêş nediket, yanî PKK jî ava nedibû.  Sedema avabûna PKK’ê, destpêkirina têkoşîna çekdarî ya di sala 1984’an de, ev têkoşîna biheybet ya tevî berdêlên mezin jî bi awayekî bibiryar dewam dike û mezin dibe, ji ber polîtîkayên tinehesibandin û tinekirinê yên li ser gelê Kurd in.  Yanî ji ber wê ye ku pirsgirêka Kurd girêdayî bingeheke demokratîk nayê çarserkirin. Sedema sereke ya têkoşîna çekdarî jî ev e. Ger îro hê jî berdewam bike, sedema wê ew e ku ev sedem hê jî li holê ranebûne.

A niha pirsgirêka Kurd li ser bingeheke demokratîk nehatiye çareserkirin û Tirkiye hê jî ne demokrat e. Bi qasî ku pirsgirêka Kurd berdewam bike wê çek jî hebe, têkoşîn û berxwedan berdewam bikin. Bêyî ku pirsgirêka Kurd were çareserkirin wê gelê Kurd çawa bê parastin were hiştin? Li ser gelê Kurd şerekî qirkirinê tê meşandin, şerê tinekirinê heye. Heya ku dawî li van polîtîkayên tinekirin û qirkirinê neyê, gelê Kurd wê çawa weke qurbaniyan radestî vê çerxa qirkirinê bike û xwe bê parastin bihêle. Ma ev qas berdêl, destkeftî û nirxên azadiyê belasebeb hatin dayîn yan jî hatin bidestxistin? Helbet na, ji ber vê yekê bi qasî ku şerê qirkirinê berdewam bike, polîtîkayên tinehesibandin û tinekirinê berdewam bikin, heya ku pirsgirêka Kurd li ser bingeheke demokratîk neyê çareserkirin wê têkoşîn û berxwedana çekdarî jî berdewam bike. 

Eê vê yekê bi awayekî eşkere diyar bikin. Pirsgirêka Kurd wê girêdayî bingeheke demokratîk çareser bibe. Di vê mijarê de ger dewlet niyeta xwe ya baş nîşan bide, îradeya xwe nîşan bide, polîtîkayeke çareseriyê pêş bixe; Bi Rêber Apo re rûnê û girêdayî bingeha demokratîk pirsgirêkê çareser bike, wê demê helbet wê mijara çekan jî were nîqaşkirin.

Çek ji ber vê pirsgirêkê hate hilgirtin. Ji ber wê yekê jî em dikarin bi awayekî eşkere bibêjin ku nîqaşên ku a niha li ser çapemeniya desthilatdariyê tên kirin hemû şerê taybet ê psîkolojîk e.  Bandorên têkoşîna azadiyê bi taybetî jî bandora pêngava azadiyê ya gerdûn, asta têkoşînê ya derketî holê û tevgavbûna dewlet û desthilatdariyê, tirs û metirsiyên têkildarî geşedanên li herêmê rû didin,  rewşeke cidî afirand. Herî dawiyê ketin serî li hewldaneke wisa dan. Lê belê a niha jî hewl didin ku hêzê ji vê pêvajoyê bigirin. Yanî ev desthilatdarî ji bo ku têkçûn û lawazbûna xwe veşêrê serî li gotinên weke; “PKK qediya, wê çekan deyne û Ocalan wê bang bike” dide. Yanî desthilatdariya heyî û çapemeniya wê bi van gotinên nerast helwesteke pragmatîk û berjewendparêz nîşan didin. 

HEMÛ DERFETÊN TIRKIYEYÊ JI BO ŞERÎ HATIN XERCKIRIN

Ti binesaziya van û rastiya van tine ye. A niha Rêber Apo li Îmraliyê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dixebite. 24 saetan bi awayekî zêde li ser vê yekê dixebite. Ger ev pêvajo pêş bikeve, pirsgirêka Kurd were çareserkirin wê demê helbet mijara çekan wê were nîqaşkirin. Ti rastiya gotinên rayedarên dewletê û çapemeniya desthilatdariyê yên weke “Qediyan, dawî li wan hat û tengav bûn” tine ye. Bi rastî jî ji bo têkçûn û lawazbûna xwe veşêrin, ji bo rastiyên xwe veşêrin li hemberî gel û civakê van yekan tînin ziman.

A niha desthilatdariya AKP’ê di pêvajoya xwe ya herî lawaz de ye.  Di pêvajoya hilweşînê de ye, di nava hilweşînê de ye, bi rastî jî wisa ye. Li Tirkiyeyê siyaset têk çûye, aborî têk çûye, hiqûq tê binpêkirin û edalet nemaye.  Di nava civakê de têkçûneke exlaqî ya cidî heye; van yekan rê li ber jinavçûneke giştî ya cidî vekir.  Mînaka herî rojana jî şewata li Bolûyê ye… Li otêlê şewatek çêbû lê belê  alarmek jî tinebû. 78 welatî şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Ev rasterast qirkirinek e. Rewşeke pir giran e. Di heman demê de qirkirineke zarokan pêk hat. Ev yek rewşa desthilatdariyê bi zelalî radixe ber çavan. 
Bi vê boneyê ez ji malbatan re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazim. Bi rastî jî rewşeke wisa ye ku mirov gelekî pê diêşe û xemgîn dibe. Va ye salvegera erdheja 6’ê Sibatê nêzîk dibe; bi sed hezaran welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Bajar serûbin bûn. Bi milyonan welatî hêjî di rewşeke gelekî xirab de dijîn. Hewceyî pariyek nan in û xaniyên wan tine ne û nikarin konekê jî peyda bikin. Vê desthilatdariyê Tirkiye xist vê rewşê. 

Hemû dahat û çavkanî û derfetên aboriya Tirkiyeyê ji şerî re hatin xerckirin. Encama şerê çekdarî yê 40 salî li ber çavan e. Encama şerê qirkirinê yê li ser gelê Kurd li holê ye. Çar trîlyon dolar hatiye xerckirin, reqema ku wan bi xwe anî ziman ev e. Hemû çavkanî ji bo vê yekê hatin veqetandin. Ne tenê çavkaniyên aborî; li holê kêmek jî be hiqûq hebû, ew jî li holê rakirin. Edalet jî nema, dawî li her tiştî anîn. Tirkiye hilweşandin. 

A niha di nava hilweşîn û têkçûneke cidî de ye, di polîtîkayên derve û hundir de jî têk çûye. Ji bo veşartina van yekan her wekî ku serkeftineke mezin bi dest xistine, tevdigerin. Dibêjin; “PKK têk çûye, ew bi ser ketine; va ye PKK qediya, min qezenc kir, yan wê çekan deyne yan jî wê dawî lê were.” Serî li siyasetateke wiha ya bi qehremanî dide, bi demagojiyeke wisa hewl didin civakê bixapînin.  Baş e rastî çi ye? Rastî ew e ku bi van gotinan hewl didin têkçûna xwe veşêrin. Rastî ew e ku ev polîtîkayên desthilatdariyê têk çûne.  Ya biserketî jî îrade û têkoşîna gelê me û gelan ya demokratîk e. 

Bi saya têkoşîn û berxwedana demokratîk ya şoreşgerî rojeveke bi vî rengî pêş ket û pêvajoyeke bi vî rengî tê nîqaşkirin. Ev rastiyek e. Yanî rastî ne îdîayên wan in, berovajî wê rastî ev in. Ji ber wê jî ti bingeha van gotinan wan tine ye. Hemû derew in. 24 saetan derewan dikin; êdî bûne “desthilatdariyeke derewan.” 

Wisa ku hin kes ji derewên wan bawer dikin, bi temamî ji rastiyan dûr dikevin û piştre jî neçar dimînin ku zêdetir derewan bikin. Ji ber wê yekê jî divê ev gotinên wan cidî neyên dîtîn û divê ti kes guhê xwe nede van gitinên wan.

MODELA KU RÊBER APO LI SER DIXEBITE

Polîtîkayên înkar û îmhayê, pêvajoya çar perçebûna Kurdistanê bi Konferansa Yekemîn a Kahîreyê dest pê kir. Konferansa Yekemîn a Kahîreyê di esasê xwe de bingeha Konferansa Lozanê pêk dianî. Biryarên ku di Konferansa Kahîreyê de hatine girtin, di çarçoveya bêçare hiştîna pirsgirêka Kurd de serweriya xwe li herêmê çêkirina pergala hegemon bû. ev hate armanc kirin. Ji lewra ji bo bêçare hîştina pirsgirêka Kurd biryarek hate girtin.

Înkara Kurdan hêdî hêdî di salên pê re pêşket. Lozan jî vê rewşê bi temamî fermi kir. Peymana Lozanê 1923'an hate îmzakirin. Konferansa Yekemîn a Kahîreyê jî 1920'an hate îmzakirin. Niha Rêbertî dixwaze van lîstîkan hemû xera bike. Yanî bi Konferansa Kahîre û Lozanê re girêkekî kûr a Kurd hûnandin. Bi bêçare hiştîna pirsgirêka Kurd û polîtîkayên înkar, îmha û qirkirinê re rewşekê şer a domdar hatiye afirandin. 

Dewleta Tirk, di vê pêvajoya giştî de bêyî navber bi Kurdan re her di rewşekê şer de hate girtin. Ev rewş, ji bo pergala hegemonîk bû çavkaniya xwe xwedîkirinê. Ji bo li herêmê serwer bibin Tirkiyê di vê çarçoveyê de bikar anîn. Tirkiyê anîn rewşekê wiha ku ji bo bi Kurdan re şer bike pêwîstî bi pergala hegemonîk dibîne. Pergal jî her vê pêwîstiyê bikar anî û her tim vê pirsgirêkê kûr kir.
Rêbertî ji vê re got, girêka Kurd. Beguman ev tenê xefka Kurdan nebû. Di esasê xwe de, wekî ku Rêbertî jî îfade kir, li ser gelan xefkekî hate çêkirin. Birastî jî gelan kişandin xefkekê û komployekî pêk anîn. Niha Rêbertî dixwaze vê xefkê bişkêne û derbas bike. Dixwaze vê xefkê di bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk de û di demokratîkbûna Tirkiyê û herêmê de derbas bike, vê komployê ji holê rake. Di vê çarçoveyê de hewldanek zêde nîşan dide. 

Di esasê xwe de ev têkoşînek 32 salan e. Di pêjavoyê 1993'an de lêgerîna ku Rêbertî bi agirbestê dabû destpê kirin, kiryarekî bi vî awayî bû. Bi demê re ev pêvajo pêşket û gihîşt. Ev fikir li Îmraliyê di bingeha paradîgmaya Neteweya Demokratîk de, di paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de gihîşt pergalekê. Ev gelek girîng e.

Niha Rêbertî bi temamî li ser vê paradîgmayê xebatek dimeşîne. Dixwaze pirsgirêka Kurd li gorî vê paradîgmayê çareser bike. Ji lewra qasî ku me jî şopandiyê, bi taybetî encamên ku ji hevdîtînan derketî vê fêm dikin: Rêbertî peywendiya dewlet û demokrasiyê, dixwaze bi xebatekî di bingeha çareseriya civaka demokratîk de dest digire çareser bike. Yanî dewlet û demokrasî bi hev re dikare çawa jiyan bike? Peywendiya dewlet û demokrasiyê çawa dikare were sazkirin? Ev peywendî, dikare çawa bigihîje bingehekî zagon û destûra bingehîn?

RÊBERTÎ HEWL DIDE MODELA CIVAKA DEMOKRATÎK PÊŞ BIXE

Demokrasî, şewazê rêvebirina civaka demokratîk e. Dewlet jî, bi temamî li ser civakê amûrê zextê ya hegemonîk e. Niha, li Tirkiyê ev pêkhateya dewletê ya faşîst, qirker, yekparêz dikarin çawa li hemberî demokrasiyê hestiyar bikin? Em dikarin vê pêkhateya dewletê li hemberî demokrasiyê çawa rêzdar bikin? Bi modela civaka demokratîk a rêveberiya cewherî re peywendiya dewleta çawa dikare were sazkirin? Hiqûq, zagon û destûra bingehîn a vê peywendiyê dikarin çawa ava bikin? Niha qasî ku me fêmkir, Rêbertî li ser van serê xwe zêde diêşîne. Birastî jî kedek mezin dide û enerjî xerç dike.

Rêbertî hewl dide modela civaka demokratîk pêş bixe. Li ser modelekî ku dewletê rednake, bi dewletê re di nav hev de û li hemberî hev rêzdar: hiqûq û mafên herdu aliyan jî digire ewlekariya zagonî û destûra bingehîn dixebite. Hêvdîtîna ku bi Omer Ocalan û heyeta DEM Partiyê re kir, tiştê ku em ji van fêm dikin Rêbertî li ser vê modela çareseriyê lêhûr dibe. Dixwaze vê modela çareseriyê bi dewletê re muzakere bike û di vê mijarê de hewldanên gelek girîng dide.

Ji lewra Rêbertî niha li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê kedek zêde dide. Ya rast, tenê ji bo demokratîkbûna Tirkiyê ne, ji bo demokratîkbûna herêmê helwdanek zêde dide. Mînak, li Îranê çareseriyek çawa dibe? Li Sûriyê çareseriyek çawa dibe? Bi giştî herêm çawa dikare were demokratîkirin? Lîstîkên emperyal û kapîtalîst ên li ser gelên herêmê çawa dikarin vala derxin? Rêbertî li ser van pirsan gelek hewldan nîşan dide û enerjî xerç dike. Em vê temaşe dikin, dişopînin û dibînin. Jixwe em fêm dikin; her kesê ku parêznameyên Rêbertî bi kûrahî lêbikole, dest bigire û têbigihîje, wê fêm bike ku Rêbertî li ser modelekê çareseriyê çawa lêhûr dibe. Ev gelek vekiriye.

GELO DEWLET AMADE YE?

Dewlet a niha di nava dudilîyeke mezin de ye. Dizane ku êdî ev pêvajo bi vî rengî berdewam nake. Ev bi awayekî eşkere li ber çavan e. Çi bike jî nikare vê tevgerê û têkoşînê biçewisîne.  Ne pêkan e ku rê li ber têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê bigire. Êdî li seranserê cîhanê û li her çar perçeyên Kurdistanê rastiya gelekî Kurd ê gelekî zana, xwedan îrade, xwebirêxistinkirî û polîtîkbûyî heye. Têkoşîneke birêxistinkirî heye. Ev yek her ku diçe kûrtir dibe. Ev yek di nava civaka Kurd de belav bûye û ne pêkan e ku were tasfiyekirin. Ji ber vê yekê dewlet, a niha di nava lêgerînekê de ye.  Lê belê hê jî ev yek bi awayekî tam qebûl nekiriye. Jixwe şerekî pir cidî û têkiliyek bi hev re berdewam dikin.  Yek ji sedema vî şerî û van êrîşan nezelalbûn û dudiliya dewletê ye.

Ji ber wê yekê tişta esas têkoşîna gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê, jin û ciwanan e. Bi rêya têkoşîneke bihêz û berfireh dewlet wê di mijarê de zelal bibe û berê xwe bide çareseriyê. Ji ber vê yekê jî têkoşîneke bihêz û yekbûyî şert e.

ROLA JINAN YA DI VÊ PÊVAJOYÊ DE 

Jin bingeha civakê ne. Bi gotina Rêbertî jin cewhera civaknasiyê ne. Jin hêza civakê ya bingehîn û afirîner e.  Çareserî, xebat û têkoşînên ku jin têde ne çalak bin, bi ser nakevin. Ev rastiyek e. Jixwe ev têkoşîn di pêşengtiya jinan de ye. Jin azad bin wê civak jî azad bin; jiyan azad bibe. Felsefe û rêgeza bingehîn a vê têkoşînê ev e. Ev heqîqet bi xwe ye. Jin heqîqet û rastiya jiyanê ne.
Lê belê em dibînin ku li ser jinan zexteke mezin, qirkirin û tundî heye. Li ser jinan qirkirineke zayendî tê sepandin. Sedema vê ya bingehîn jî ev e. Jin di guherîn, veguherîn û demokratîkbûyînê de faktora sereke û hêza pêşeng e.  Bi tasfiyekirina vê hêzê dixwazin rê li ber demokratîkbûyîn û azadbûnê bigirin.  Ji ber vê yekê hewl didin ku tevgera azadiya jinan têk bibin, îradeya wan tune bikin û teslîm bigirin. Zextê li lêgerînên jinan ên ji bo azadiyê dikin û hewl didin rê li ber bigirin.  Sedema bingehîn a tundiya li ser jinan a dijwar jî ev e. Tundiya dewletê vê yekê armanc dike. 

Ji ber vê yekê jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û herêmê wê herî zêde derdoreke azad pêşkêşî jinan bike. Ji ber ku di vî şerî de aliyê ku herî zêde berdêl daye û êş kişandiye, aliyê jinan e.  Herî zêde windahiyên jinan çêbûne.  Ger ev şer bi dawî bibe, pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin û Tirkiye demokrat bibe; avaniya dewletê ya faşîst û yekparêz hilweşe û pêvajoyeke komarê ya demokratîk rû bide wê herî zedê bi kêrî jinan were. Wê ji bo jinan qadeke azadiyê ya berfirek ava bibe. Ev yek gelekî girîng e.

Ji ber vê yekê divê jin tevkariyeke gelekî mezin li vê pêvajoyê bikin. Bi rastî jî divê bi xurtî pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin. Li her derê, li Kurdistanê û li Tirkiyeyê divê Tevgera Jinên Kurd û Tevgerên Jinên Tirkiyeyê têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Ji bo aştiyeke bi rûmet û bi wate; ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê divê jin têkoşîneke hevgirtî û yekbûyî bimeşînin. Ev têkoşîn divê gelekî xurt be û bi dilxwazî bê meşandin. Eger tevgerên jinan bibin hêmana esasî ıya vê pêvajoya azadîparêz, wekhev û demokratîk wê bi roleke diyarker rabin. Gelekî girîng e ku jin bi xurtî pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin. Ez bang li jinan hemûyan dikim ku tevlî vê pêvajoyê bibin.

LI ROJAVA SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN

Nêta dewleta Tirk diyar e. Rêbertî ji xwe ev pêvajo beriya niha anîbû ziman. Eger ev pêvajo derbasî zemîneke hiqûqî û siyasî nebe, şer bi dawî nabe. Ji ber polîtîkayên israra li ser şer, pêvajo li ser zemîna hiqûqî û siyasî nayê rûniştandin. Heta ku israr li ser vî şerî dewam bike, ev pêvajo venaguhere pêvajoyeke hiqûqî û siyasî.

Dewleta Tirk niha li her derê li dijî Kurdan li dijî gelên herêmê şerekî cidî dimeşîne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê qirkirinê dike. Şerê dagirkeriyê dewam dike. Her roj bombe li sivîlan têne barandin. Cihên xizmetê yên sivîlan têne bombekirin, sûcê şer tê kirin, sûcê li dijî mirovahiyê, sûcê qirkirinê tê kirin. Di rewşeke bi vî rengî de ku li ser Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê qirkirinê tê meşandin, çawa dikare qala aştî yan jî pêvajoya çareseriyê bê kirin? Ev ne pêkan e. Ji ber vê yekê ji vê rewşê re pêvajoya aştiyê yan jî pêvajoya çareseriyê nayê gotin. Nikare bê gotin. Kes nikare vê îdîa bike. Ji ber ku şerê qirkirinê bi tundî dewam dike. Li her derê dewam dike. Mînaka şênber jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Çeteyên ku dewleta Tirk bi rêxistin kiriye -ku temamiya wan bermahiyên DAÎŞ'ê ne- şerê qirkirinê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî Kurdan dimeşînin. Dest ji vê bernedane. Ev rewş nîşan dide bê desthilatdariya heyî çiqasî ne cidî ye, çiqasî alîgirê şer e, çiqasî şer dixwaze. Heta niha tenê li Tişrîn û Qereqozaxê 22 mirov hatin qetilkirin. Bi vê wesîleyê di şexsê Bavê Teyar, Menîce Haco Heyder de şehîdên Qereqozax û Tişrînê hemÛyan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim.

QSD'ê, YPG'ê, YPJ'ê jî gelek şehîd dan. Wan jî bi hurmet, minet û hezkirin bi bîr tînim. Bi rastî jî li wê herêmê berxwedaneke gelekî bi heybet hate nîşandan. Vê berxwedanê êrîş şikand. Çete niha tarûmar bûne. Îradeya şerkirinê ya çeteyan nemaye. Ji ber ku nameye dewleta Tirk ji hewayê lê dide. Li her derê êrîşên giran ên hewayî dike. Êdî nikare ji bejahî ve çeteyan bide şerkirin. Çete şikestin, ji hev belav bûn.

Niha jî ji derdorê, bermahiyên DAÎŞ'ê kom dike û vî şerî dewam dike. DAÎŞ'iyên ku girtiye berdide. Ji xwe ew bi armanca taktîkî girtibû. Niha jî berê wan kujeran dide Kurdan. Berê wan dide gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Bi vê wesîleyê dixwazim ji hêzên navneteweyî re bibêjim: Li dijî DAÎŞ'ê koalîsyonek hate avakirin. Vê koalîsyonê li gel QSD'ê li dijî DAÎŞ'ê di mijara têkoşînê de tifaq ava kir. Belê, demekê li dijî DAÎŞ'ê têkoşîn meşandin. Niha jî dem bi dem hin hewldan dewam dikin. Lê belê dewleta Tirk bi mehan e êrîşî Qereqozax û Tişrînê dike. Van êrîşan piştî 27'ê Mijdarê destpê nekirin, beriya wê jî heye. Em bibêjin bila 27'ê Mijdarê destpê kiribin. Li dijî Kurdan li wê derê bermahiyên DAÎŞ'ê dide şerkirin. Baş e, ev koalîsyon eger ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê hatibe birêxistinkirin çima li gel QSD'ê li hemberî vê yekê têkoşîneke hevpar nameşîne? Çima helweestekê nîşan nade? Çima ji nedîtî ve tê û lê temaşe dike? Her roj Kurd têne qetilkirin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne qetilkirin. Sûcê qirkirinê tê kirin Cihên xizmetê têne bombekirin, cihên jiyanê têne bombekirin, binesazî têne bombekirin. Ev sûcê şer e, sûcê qirkirinê ye. Çima dengê xwe nakin? Hêzên koalîsyonê hemû li wê derê ne. Emerîka li wir e, Îngilistan li wir e, Fransa, Elmanya hemû li wir in. Hemû jî xwedî hêz û yekîneyan e. Ev hemû li pêş çavên wan diqewimin. Dewleta Tirk bi rêya DAÎŞ'ê êrîşî Kurdan dike. Madem li dijî DAÎŞ'ê bi beşdariya 72 dewletan te koalîsyon ava kiriye, wê demê çima helwestekê nîşan nade? Wê demê li gel QSD'ê tu çima li dijî van şer nake? Li hemberî dewleta Tirk çima helwesteke şênber nîşan nade? Dewleta Tirk berê DAÎŞ'ê dide Kurdan. Li dijî Kurdan bi rêya DAÎŞ'ê şerê qirkirinê dimeşîne. Ev yek bêguman durûtiyeke mezin e. Divê ev yek bê gotin. Bêguman berxwedaneke mezin bû û niha encameke gelekî girîng hate bidestxistin. Îradeya şerkirinê ya çeteyan hate şikandin. Dewleta Tirk niha bi bombekirinê, bi qetilkirina sivîlan hewl dide tola wan hilîne. Şerê tolhildanê dimeşîne. Leşkerên xwe yekser xist dewrê lê belê dîsa jî nekarî encamê bi dest bixe. Niha bi vê rêbazê hewl dide encamê werbigire. Bêguman wê nikaribe encamê werbigire.

BERXWEDANA KOBANÊ BÛ ÇANDEK

Bêguman salvegera 20'emîn a berxwedana Kobanê, 10 sal qediya, kete sala 11'an. Ez berxwedêrên Kobanê, şehîdên Kobanê di şexsê Arîn Mîrkan de bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Bi rastî jî berxwedaneke bi heybet hate nîşandan. Li Kobanê serketineke mezin hate bidestxistin. Piştî Kobanê DAÎŞ serberjêr bû. Ji xwe serberjêrbûna DAÎŞ'ê bi Kobanê re destpê kir. Li wê derê îradeya DAÎŞ'ê şikest. Li pey hev jî DAÎŞ bi tasfiyeyeke mezin re rû bi rû ma.

Lewma berxwedana Kobanê di heman demê de berxwedaneke mirovahiyê bû. Berxwedanek bi navê mirovahiyê bû. Li Kobanê Kurdan ne tenê ji bo mafên xwe, azadî û hebûna xwe li ber xwe dan. Ji bo tevahiya mirovahiyê li ber xwe dan. Ji bo hemû gelan li ber xwe dan. Di şexsê yPG û YPJ'ê de Kurdan pêşengî ji vê berxwedanê re kirin. Lê belê rûmeta mirovahiyê ya rasteqîn li wir li ber xwe da. Wijdanê li ber xwe da û bi ser ket. Nirxên mirovaniyê bi ser ketin. Cîhan xwedî li vê yekê derket. Vaye di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de gelên cîhanê rabû ser piyan.

Li Bakurê Kurdistanê ji 7 heta 70 salî mirov rabûn ser piyan. Li Başûrê Kurdistanê xwedîderketineke xurt hebû. Rojhilatê Kurdistanê jî bi heman rengî bû. Yanî berxwedana Kobanê piştevanî û yekîtiyeke neteweyî ya bêhempa di nava Kurdan de afirand. Wijdanê mirovahiyê gihand hev. Bi Kurdan re gihand hev. Ev gelekî girîng bû. Hêzên Sosyalîst ên Tirkiyeyê, Hêzên Demokrasiyê mînakeke yekîtî û piştevaniyê ya xurt nîşan dan. 33 ciwanên sosyalîst li Pirsûsê ji ber vê yekê hatin qetilkirin, ji aliyê DAÎŞ'ê ve ku dewleta Tirk piştgiriya wê dikir.

Bi rastî jî ruhê Kobanê, ruhê berxwedanê ruhê berxwedanê yê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî kir, mezin kir. Hêz tevlî kevneşopiya berxwedanê ya mirovahiyê kir, ev kevneşopî xwedî kir. Ew ruh niha bi heman rengî li Qereqozaxê û Tişrînê ye. Gelê me bi ruhê Kobanê li ber xwe dide. Her berxwedan bêguman li gorî xwe xwedî taybetmendiyên xweser e.

Her berxwedan xweseriyeke xwe heye. Tişrîn û Qereqozax jî xwedî rewşeke xweser e. Li Tişrîn û Qereqozaxê berxwedaneke xurt hate nîşandan. Bi deh hezaran mirov ber bi Tişrînê ve herikîn. Li gel berxwedana QSD, YPG û YPJ'ê cih girtin.

Gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê me yê Rojava li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe da, têkoşiya. Şerê gel ê şoreşgerî ev e. Rastiya gel ê şerker em niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin, li Rojava di sekna gel de dibînin. Têkoşîna gel e. Ez vê sekna berxwedêr a gelê me pîroz dikim, silav dikim. Gelekî hêja ye. Bi rastî jî bi rengekî gelekî bi heybet û bi rûmet xaka xwe parast, rûmeta xwe parast, hebûn û azadiya xwe parast û hîn jî diparêze. Divê ev yek bi xurtî dewam dike. Ev girîng e. Ruhê berxwedanê yê Kobanê jî ev ruh xwedî kir. Xurt kir. Berxwedan kir çand. Niha li ser wê çandê li her derê berxwedan dewam dike. Li pêşberî vê berxwedanê, dijmin di kîjan astê de êrîş bike jî nikare encamê bi dest bixe. Ji xwe nikare encamê bi dest bixe, ev yek li holê ye.

BÛYERÊN DAWÎ YÊ LI SÛRIYEYÊ

Tirkiye atmosfereke welê diafirîne ku mîna li Sûriyeyê bi ser ketiye xwe nîşan dide. Atmosfereke serketineke mezin heye. Halbûkî wê dema bê bêhtir eşkere bibe ku ev yek vala ye, pûç e. Dibe ku karibe niha hinekan bixapîne. Belê, dibe ku li gorî xwe ji bo dema kurt hin qezenç bi dest xistibe. Lê belê ev qezenca wan wê demdirêj nebe. Ev yek eşkere ye. Me berê jî gotibû.

Wê Sûriyeyê pêşkêşî Tirkiyeyê nekin. Nepêkan e ku Tirkiye li Sûriyeyê hegemonya xwe ava bike; ji Sûriyeyê bi rê bikeve û li Rojhilata Navîn hegemonyayê ava bike, li ser Rojhilata Navîn serwer bibe, bibe hêza hegemon.

Niha li Sûriyeyê bandora Îranê hate şikandin. Ev rastiyek e. Li Lubnanê hate şikandin. Îranê li herêmê di asteke girîng de hêz winda kir. Tirkiye bi Îranê re di nava hevrikiyeke cidî de bû; li ser herêmê di nava têkoşîneke hegemonîk de bû. Lewma hevrikê wê Îran lawaz bû. Lê belê niha li qada Ereb û Rojhilata Navîn Erebistana Siûdî hevrikekî gelekî cidî yê Tirkiyeyê ye. Erebistana Siûdî li ser HTŞ'ê (Heyet Tehrîr El Şam) xwedî bandoreke gelekî cidî ye. Li Sûriyeyê jî bandora xwe zêde dike. Li başûrê Sûriyeyê xwedî nifûseke cidî ye. Niha bi rêveberiya heyî ya Şamê re di nava têkiliyeke xurt de ye.

Di heman demê de Îsraîlê jî bi Erebistana Siûdî re têkilî danî. Hûn jî zanin di çarçoveya Peymanên Îbrahîm de cih girt. Ev têkilî gav bi gav xurtir dibe di navbera Îsraîl û Erebistana Siûdî de. Erebistana Siûdî li herêmê hewl dide veguhere hêzeke hegemonîk. Niha di nava xwe de reformên cidî dike. Ev yek êdî ne ew Erebistana Siûdî ya berê ye.

Di dema Qral Selman de gelek reform hatin kirin û hîn jî têne kirin. Erebistana Siûdî bi temamî tevlî sîstema global kir û ev pêvajo tê xurtkirin. Di rêveberiya Selman de ev pêvajo wê hîn bêhtir bi pêş bikeve. Lewma Sûriye wê li gorî berjewendî û ewlekariya Îsraîlê bê dîzaynkirin. Di vê dîzaynê de jî Erebistana Siûdî wê bi roleke cidî rabe.

Tirkiye eger di polîtîkaya heyî de israr bike dibe ku bandora xwe ya heyî ya li Sûriyeyê bi temamî bişikê, ji holê rabe. Bi rastî jî eger Tirkiye bi vî mejî tevbigere, bi polîtîkaya qirkirin û dijminatiya li Kurdan tevbigere, tenê li gorî berjewendiyên xwe nêzîk bibe wê li herêmê bibe ew hêz ku herî zêde winda kiriye.

Ya rast, di halê hazir de winda kiriye. Tirkiye wê bibe ew hêz ku li herêmê herî zêde winda kiriye. Ji ber vê jî bi xapandinê hewl dide hin tiştan bike. Nîqaşeke berfireh tê meşandin. Hin gotinan dibêjin ku bi bayê bezê 'Bi rêveberiya HTŞ'ê re rûnên, li qadê hin peymanan çêbikin, bandora Tirkiyeyê ya li Derya Spî zêde bikin'. Ji bo têkbirina van hewldanên Tirkiyeyê kar û hewldanên cidî hene. Mînak, peymana Yewnanistanê bi Başûrê Qibrisê re, peymanên navbera Yewnanistan û Misir-Başûrê Qibrisê, van hewldanên Tirkiyeyê têk dibin.

Welatên kendavê bi taybetî Erebistana Siûdî jî li ser Sûiryeyê hewl didin bandora xwe zêde bikin. Herî zêde Erebistana Siûdî hewl dide bandora xwe ya li ser herêmê zêde bike. Bandora Îsraîlê gav bi gav zêde dibe. Ev rastî ne cihê nîqaşê ye. Ji ber ku Sûriye wê li ser bingeha berjewendiyên Îsraîlê ji nû ve bê dîzaynkirin. Di vê pêvajoyê de wê Erebistana Siûdî bi roleke girîng rabe.

Desthilatdariya heyî divê civakê nexapîne, divê xwe nexapîne. Polîtîkayên qirkirina Kurdan timî bi Tirkiyeyê didin windakirin. Dijminatiya li Kurdan dibe sedem ku Tirkiye bi tenê bimîne. Eger Tirkiye dest ji van polîtîkayan bernede, dibe ku destketiyên xwe yên li herêmê, li cîhanê bi temamî ji dest bide. Dibe ku bi tenê bimîne. Ev mejî û polîtîka Tirkiyeyê ji her alî ve bi tenê dihêle. Îdîa û gotinên din parçeyek ji şerê psîkolojîk e, ji bo xapandina civakê ye. Atmosfereke welê diafirînin ku weke Tirkiye li Rojhilata Navîn, Efrîka, Başûrê Kafkasya û Rojhilata Navîn bi temamî serwer e, nîşan bide. Tiştekî bi vî rengî nepêkan e, bi temamî xapandin e. Tirkiye bi van polîtîkayên xwe li herêmê dibe aliyê winda dike.

EM AMADE HE BI HER AWAYÎ TEVKARIYÊ LI YEKÎTIYA NETEWEYÎ BIKIN

Di nava şert û mercên şerê cîhanê yê 3'yemîn de ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn diqewime, yekîtiya neteweyî ya Kurdan careke din kete rojevê. Eger yekîtiya Kurdan pêk were, dikarin di dîzaynkirina herêmê de bi roleke bi bandor rabin. Dikarin statuya xwe ya siyasî û nasnameya xwe bi dest bixin, hebûn û azadiya xwe misoger bikin. Lê belê eger Kurd ji hev parçe bimînin, di vê pêvajoyê de dikarin bêbandor bimînin.

Dîrok niha firsendên gelekî girîng pêşkêşî Kurdan dike. Kurd li herêmê bûne hêza herî diyarker. Di siyaset û hevsengiyên herêmê de aktorekî bingehîn e. Di nava vê konjonkturê de yekîtiya demokratîk a Kurdan gelekî girîng e. Di nava gel de pirsgirêka yekîtiyê nîne. Hişmendî, ruh û hestê neteweyî gelekî xurt e. Dema ku êrîş li ser cihekî tê kirin, li her derê piştevanî û refleks tê nîşandan. Li pêşberî vê daxwaza yekîtiyê ya xurt, divê piştgirî ji her hewldanek ji bo yekîtiya neteweyî re bê dayin. Em jî piştgiriyê didin van hewldanan. Li Rojava hewldanên bi vî rengî hene, ev hewldan jî gelekî hêja ne. Em jî amade ne ku bi her awayî tevkariyê li yekîtiya neteweyî bikin. Ev pêvajo ji bo pêkanîna yekîtiya demokratîk weke wezîfeyeke bingehîn li pêşberî me ye.