Şehîdên Meha Gulanê li Lozan û Zurîhê hatin bibîranîn

Li bajarê Lozan û Zurîh ên Swîsreyê ji bo kesên di têkoşîna şoreşê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê şehîd bûne, çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Şehîdên Meha Gulanê li Lozan û Zurîhê bi çalakiyeke hatin bibîranîn.

LOZAN

Çalakiya ku ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan (Komaw) ve li Navenda Demokratîk a Kurd a Lozanê hat lidarxistin, gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Çalakiya bîranînê di şexsê Şehîdên Meha Gulanê de bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Nûnerê Komeleya Malbatên Şehîdan KOMAW’ê Şînasî Atli, derbarê dîroka Şoreş û Têkoşîna Azadiyê ku bi xeta berxwedanê ya Denîz, Mahîr, Hakî Karer Çaran heta îro didome, nirxandin kir. Di çalakiyê de sînevîzyona li ser Şehîdên Meha Gulanê hat nîşandan.

Piştre li ser navê Meclîsa Jinan a Lajînê Sûltan Şafak axivî. Sûltan Şafak şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û got: “Hozan Mîzgîn, Leyla Qasim, Şîrîn Elemhulî di vê mehê de şehîd bûn. Bi hezaran şervanên jin hişt ku têkoşîn heta îro bidome.”

Her wiha li ser navê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH), Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TekoJIN, peyam hatin dayîn. Piştre, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar mafê axaftinê girt. Zubeyîr Aydar anî ziman ku şehadetên ku di nava têkoşîna 50 salî ya Tevgera Azadiya Kurd de çêbûne, veguheriye tevgereke şehîdan.

Aydar got ku ji 100 saliya Peymana Lozanê re ku vîna gelê Kurd tune dihesibîne re kêm ma û wiha berdewam kir: “Li ser maseya ku Kurd lê nebûn, çarenûsa gelê Kurd hat diyarkirin. Welat, ax, ziman, çand û nasnameya wan tune hat hesibandin. Di têkoşîna 50 salî de berxwedan şehîdên me kir ku gelê Kurd îro xwe ji tunebûnê afirand û tevgera azadiyê bû hezeke têkneçûyî.”

Çalakî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.

ZURÎH

Li Zurîhê bi çalakiya bîranînê ku ji aliyê HBDH’ê ve li salona konferansê ya CDK’ê hat lidarxistin, Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn. Di axaftina li ser navê HBDH’ê de hat gotin ku ew ê bi parastina mîrateya şehîdên têkoşîna şoreşê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê şehîd bûne, xwedî li îdîalên pêkanîna modela jiyana azad a gelan derbikevin.”

Li çalakiya ku bi axaftinan berdewam kir, sînevîzyon hat nîşandan.