Şehîdên Meha Gulanê li Kolnê hatin bibîranîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yoûng Strûggle li bajarê Elmanya Kolnê Şehîdnên Meha Gulanê bi merasîmekê bîbîr anîn.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Koln ê Elmanyayê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yoûng Strûggle ya tevgerên ciwanan Şehîdên Meha Gulanê bi merasîmekê bibîr anîn. Di bîranînê de li ser têkoşîna gelek şoreşgerên di Meha Gulanê de şehîd bûne axaftin hatin kirin.

Bîranîna bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger şehîdên sembola PKK’ê bibîr anîn. Aktivîstan anî ziman ku Haqî Karer ruhê PKK’ê ava kir û ev hate gotin: “Li nava PKK’ê ya tevgereke enternasyonalîst e ku ji roja ava bûye, manaka vê ya herî diyar jî Haqî Karere. PKK ji bo tolhilîna Haqî Karer hate avakirin.”

Di dewama axaftinan de Halîl Çavgûn, Mehmet Karasûngûr, Çaran û Gurbet Aydin jî bibîr anîn.

Li ser navê Yoûng Strûggle jî axaftin hate kirin. Di axaftinan de Hasan Ocak li gel yek ji sembolên Berxwedana Geziyê Destan Temmûz (Ayşe Deniz Karacagîl) jî hatin bibîranîn û li ser têkoşîna wan axaftin hatin kirin.

Piştre Holger ê ji salên 70’ê ve çepên Elman dişopîne mafê axaftinê girt. Pêşengê Fraksyona Artêşa Sor (RAF)  Ûlrîke Meînhof ê ji salên 70 ta 80’ê li Elmanya û Filistînê xebatan dike vegot.

Her wiha di dewama merasîmê de li ser şehîdên PKK’ê yên li Filistînê jî axaftin hatin kirin, şervana YPJ’ê Nûda Çiya (Şehrîban Yildiz a di 3’yê Adara 2018’an di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de rojên borî şehîdbûna wê hatibû ragihandin jî hate bibîranîn. Di axaftinên li ser navê malbatê de ev hate gotin: “Di temenê biçûk de têkoşînên mezin kir, di kesayeta wê de hemû şehîdan bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin.”

Piştî axaftinan û şûnde dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin qîrkirin. Her wiha di dawiyê de hate gotin ku wê li Kolnê 5’ê Hezîranê bi çalakiyekê Çekdar Botan û Lecwan Mûnzûr bên bibîranîn.