Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Şehîdên Meha Cotmehê li Lîmasol û Atînayê hatin bibîranîn - NÛ BÛ

Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ya ku li dijî xiyaneta PDK’ê şer kir û ji bo teslîmî xiyanetê nebe xwe ji zinar avêt û şehîd bû û Şehîdên Meha Cotmehê li bajarê Lîmasol ê Qibrisê û li paytexta Yewnanistan Atînayê hatin bibîranîn.

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, Şehîdên Meha Cotmehê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Komîteya Malbatên Şehîdan a girêdayî Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê li Navenda Çandê ya Kurd a Teofîlosê hat lidarxistin. Di bîranînê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin.

Li qada bîranînê wêneyan şehîdan hat danîn û find hatin vêxistin. Di bîranînê de Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Gulistan Akşahîn û li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Îsmaîl Eker axivîn. Piştî axaftinan sînevîziyon hate pêşandin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

ATÎNA

Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, TekoJIN û TCŞ’ê Berîtan (Gulnaz Karataş) bi çalakiyekê hate bibîranîn.

Di çalakiyê de sînevîzyona li ser têkoşîna Bêrîtan hate pêşandan û hestbest hatin xwendin.

Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.