Şehîdên Meha Cotmehê li 3 bajarên Hollandayê hatin bibîranîn

Şehîdên Meha Cotmehê li bajarên Den Haag, Amsterdam û Arnhem ên Hollandayê bi çalakiyan hatin bîranîn.

Şehîdên Meha Cotmehê li bajarên Den Haag, Amsterdam û Arnhem ên Hollandayê bi çalakiyan hatin bîranîn.

Di çalakiyan de di serî de Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a li dijî xiyaneta PDK’ê berxwedaneke bêhempa raber kir û bû sembola artêşbûna jinê, Erdal Şahîn û Rojhat Zîlan ên li Enqereyê çalakiya fedaî kirin û endama Akademiya Jineolojiyê û Rojnamevan Nagîhan Akarsel ku li Silêmaniyê hat qetilkirin û hemû Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Di çalakiya bîranînê ya li Den Haagê de Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Medya Botan axaftinek kir. Botan got ku têkoşîna jinên Kurd bi dayîna berdêlên mezin bûye gerdûnî û anî ziman ku Bêrîtan li dijî teslîmiyetê xwe ji zinarê avêt û bersiva herî mezin da.

Medya Botan got: “Bêrîtan û paşhatiyên wê li dijî faşîzma Tirk a qirker têkoşiyan û ji cîhanê re bûn mînak. “ Botan diyar kir ku mîsyona ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna jinê daniye, îro bi pêla ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li seranserê cîhanê dewam dike.

Li Arnhemê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Fatoş Saglamgoz û li Amstardamê jî bi pêşengiya Komuna Jinê ya Rojbîn çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Nûnerên ku di çalakiyan de axivîn, dilsoziya xwe ya bi şehîdan re anîn ziman.