Şehîdên Meha Cotmehê li Bensheîmê hatin bibîranîn

Şehîdên Meha Cotmehê li bajarê Bensheîm ê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li bajarê Bensheîm ê Elmanyayê, Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn. Li qada bîranînê wêneyan şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Jinê û TJK-E’yê axaftin hatin kirin.

Endama TJK-E Delal Bêrîtan diyar kir ku piraniya Şehîdên Meha Cotmehê bi destê PDK’a ku li ser xeta hevkarî û xiyanetê ye, hatin qetilkirin. Bêrîtan anî ziman ku xiyanet û hevkariya PDK’ê ji sala 1992’an û vir de berdewam dike û got: “Pêwîste êdî Mala Barzanî ji rûpelên dîrokê bê paqijkirin.”

Hevseroka Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Xoşnav Ata axivî. Ata bal kişand bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Pêngava Azadiyê gelek girîng e. Rêber Apo bi aweyek hemwext li 74 navenda hat himbêzkirin. Ev ji dide xuyakirin ku ji Rêberê gelê zêdetir, Rêber Apo bûye Rêberê hemû gelên bindest. Ji bo vê jî divê em pêngava azadiyê geş bikin û xwedî li nirxên xwe derkevin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona têkildarî Şehîdên Meha Cotmehê hate pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.