Şehîdên Meha Cotmehê li Baselê hatin bibîranîn
Bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) li bajarê Basel ê Swîsreyê, di şexsê Şehîdên Meha Cotmehê de şehîdên şoreşa Kurdistanê hatin bîranîn.
Bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) li bajarê Basel ê Swîsreyê, di şexsê Şehîdên Meha Cotmehê de şehîdên şoreşa Kurdistanê hatin bîranîn.
Di bîranîna ku li salona konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê hate lidarxistin de posterên Bêrîtan (Gulmaz Karataş), Erdal Şahîn (Hasan Ogûz) û Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) ên li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn û wêneyên şehîdan ên ku xizmên şehîdan bi xwe re anîn, hate xemiladin.
Bîranîna bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê KOMAW'ê Fîdan Şenturk û Mehmet Goksûngûr axivîn û şehîdan bi bîr anîn.
Fîdan Şenturk bi bîranîna şehîdan dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Em çiqasî qala şehîdan bikin jî kêm e.”
Piştre Mehmet Goksûngûr mafê axaftinê girt û di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Di têkoşîna me de meha Cotmehê meheke girîng e. Li Başûr bi pêşengiya xiyaneta PDK'ê pêvajoya tasfiyeyê dest pê kiribû, lê ev xiyanet têk çû. Yên ku ev xiyanet vala derxistin Berîtan û hevalên wê bûn ku bi çalakiyên xwe xencerek li dilê xiyanetê xistin.”
Goksûngûr bal kişand ser şehîdên Pazarcikê û wiha pêde çû: "Divê em ala têkoşînê ya Hasan Goksûngûr, Hasan Vûral û şoreşger Hasan Sîdar ê ku berî demeê li Ewropayê jiyana xwe ji dest da ji me re hiştiye, her tim bi serkeftinê bi encam bikin.”
Serhat Agirî jî wiha got: "Şehîd û şehadet diyardeya herî eşkere ya heqîqetê ye. Tevgera me 50 sal in li ber xwe dide. Ji bo me zehmet e ku em têkoşîna şehîdan bi gotinan bînin ziman. Divê em li jiyana şehîdên xwe binêrin û rastiya xwe bibînin. Ji bo me yên herî zana, herî û bi nirx şehîdên me ne. Ger em nikaribin şehîdan rast fêm bikin û bersivê bidin têkoşîna şehîdan, em ê kêm bimînin. Ger em li dijî dijmin têkoşîneke xurt nekin, em ê xiyanetê li şehîdên xwe bikin."
BERÎTAN RÊ NEDA FAŞÎZMÊ
“Heval Bêrîtan di 25’ê Cotmehê de li dijî xiyanet û faşîzmê bersiv da. Got hûn çi bikin jî wê jiyana min weke jiyana şehîdan be. Niha hemû cîhan bi saya têkoşîna hevalên me yên jin bi dirûşma Jin Jiyan Azadî me nas dike. Divê helwesta me bersiva vê bide. Her şehîdekî me leheng û fermandarek e. Bersiva me wê tenê parastina van şehîdan be. Ger em têkoşîna xwe bijîn em dikarin bibin bersiv.”
ÇARESERÎ PARADÎGMA RÊBER APO YE
“Xwedîderketine bi vî rengî li Rêbertiya me, gelê me û tevgera me heye. Dijmin wê têk biçe û em ê bi ser bikevin. Me dest bi pêngavekê kir. Divê her kes beşdarî vê pêngavê bibe. Bi vê pêngavê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk bînin. Ji niha û pê ve çi pêwîst be em ê bikin. Ev pêngav navenda xebata me ye. Di vê pêngavê de rol û mîsyona malbatên şehîdan di cihekî cuda de ye. Divê em vê bizanibin û li gorî wê tevbigerin. Çareserî paradîgmaya Rêber APO ye.”
Platforma Dengê Girtiyan (TSP) û nûnerên saziyên şoreşger ên beşdarî bîranînê bûn jî li vir axaftin kirin.
Piştî axaftinan name, rojnivîsk û helbestên Şehîd Bêrîtan, Gurbetellî Ersoz, Nagîhan Akarsel, Rojhat Zîlan û Şehîd Erdal Şahîn hatin xwendin.
Çalakiya bîranînê bi sînevîzyona ku di şexsê Şehîdên Meha Cotmehê de jiyan û têkoşîna şehîdan nîşan dide, dewam kir. Di çalakiya bîranînê de jî kêliyên hestiyar hebûn.
Bîranîn bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok APO” bi dawî bû.