Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), ji bo Şehîdên Meha Cotmehê li gelek bajarên Ewropayê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haag ê Holandayê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Holandayê (YJK-H) Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Medya Botan û Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal axaftin kirin. Remzî Kartal, xwest hemû gelê welatparêz bi motîvasyona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beşdarî pêvajoyê û xebatan bibin.
Kartal da zanîn ku dewleta Tirk ji dîroka xwe heta niha serî li hîleyan daye û vê carê niyeta wê ne çareserî hîleye. Kartal destnîşan kir ku di vê kes nekeve nava rehawetê û got: "Divê em bi berfirehkirina xebatên xwe destê Rêbertî xurt bikin.”
Di dawiya çalakiyê de sînevîzyona li ser Şehîdên Meha Cotmehê hat pêşandan û li ser wesiyeta şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku yek ji sembolên Tevgera Azadiya Kurd e, helaw hat belavkirin.
FRANKFURT
Di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a ku di 25’ê Cotmeha 1992’yan de bi berxwedana xwe ya efsanewî ya li dijî xiyanetê nemir bû, şervanên azadiyê yên di meha Cotmehê de şehîd bûne û Asya Alî û Rojger Hêlîn ên di 23'ê Cotmehê de li dijî TUSAŞ’ê çalakiya fedaî pêk anîn li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî çalakiya bîranînê ya ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) ve hat lidarxistin, bûn. Gelek malbatên şehîdan ên li eyaleta Hessenê ne di bîranînê de amade bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Cotmehê dest pê kir. Li ser navê malbatên şehîdan Zeynep Goyî axivî.
Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Dilpak Doga ku beşdarî çalakiyê bû, axaftinek kir. Dilpak Doga, behsa rola şehîd Bêrîtan a ku hîmê avakirina partîbûna jinê û artêşbûna jinê ava kiriye, Gurbettelli Ersoz, Meryem Hazar, Hêlîn Çerkes, Gulnaz Ege, Azîme, Rojbîn, Andrea Wolf û gelek şehîdên din kir.
Dilpak Doga, di şexsê Arîn Mîrkan, Gelhat Gabar, Destûna Başûr, Rojen Rojhilat, Emîn Erkendî, Diyar Bagok ên ku li dijî DAÎŞ’ê di berxwedana Kobanê de roleke mezin lîstin, di meha Cotmehê de bi biryardariyeke mezin li ber xwe dan û şehîd bûn bi bîr anî.
Doga destnîşan kir ku di pêvajoyeke dijwar a xeternak re derbas dibin û di heman demê de ji bo Têkoşîna Azadiyê fersendên mezin ên serketinê dihewîne. Doga li ser girîngiya xurtkirina rêxistinbûna civakî, pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”, rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û rêya li ber azadiya fîzîkî hatiye vekirin nirxand kir.
Dilpak Doga anî ziman ku di vê demê de pêwîste şehîdan fêm bikin û wan hîs bikin û wiha got: “Wekî ku fikirîn û gotin jiyan û axaftina Rêber Apo ya fikir-zikir-çalakiyê bi awayekî herî bi hêz pêk anîn. Ya ku divê em esas bigirin ev e. Hem Rêber Apo û hem jî Tevgera me zelal in; bi vê zelaliyê re pêwîst e em zêdetir hewl bidin xebatê û bi awayekî herî xurt beşdarî meşa mezin a Kolnê ku di 16'ê Mijdarê de wê bê lidarxistin, bibin.”
Doga, bal kişand ser girîngiya çalakiya Asya Elî û Rojger Hêlîn û wiha domand: "Beşdarbûn, helwest, têkoşîn, ken û tilîliyên hevalên me yên şehîd wê her tim rêya me ronî bike."
Di çalakiyê de helbesta "Ez mirov bûm" ji aliyê nivîskar û aktîvîst Vildan Dîrik ve hat xwendin. Dema ku sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîdan hatibû amadekirin hat pêşandin kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Di dawiya bîranînê de li ser wesiyeta şehîd Bêrîtan helaw hat belavkirin.
FREIBURG
Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Nûda, Meclîsa Gel a Freîbûrgê û Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn. Bi sedan Kurdistanî beşdarî bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Freiburgê hat lidarxistin, bûn.
Di axaftina li ser navê TJK-E'yê de hat diyarkirin ku divê xeta Bêrîtan û rastiya têkoşîna Asya Alî û Rojger Hêlîn esas bê girtin. Di axaftinê de hat destnîşankirin ku ew ê bi têkoşîna azadiya Kurd bigihînin cihê ku heq dike, xiyanetê têk bibin.
Li ser navê KOMAW'ê Salih Hezexî axivî û bal kişand ser rol û mîsyona malbatên şehîdan a li ser parastina rastiya têkoşîna şehîdan.
Bîranîn piştî pêşandan sînevîzyona Şehîdên Meha Cotmehê, banga beşdarbûna meşa 16’ê Mijdarê ya Kolnê wê bê lidarxistin hat kirin. Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.
ANTWERPEN
Li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn. Çalakiya bîranînê ya bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê di şexsê Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Zeynep (Gurbetellî Ersoz), Arîn Mîrkan û ji Tabûra Nemiran Rojhat Zîlan, Erdal Şahîn, Asya Alî û Rojger Hêlîn de hat lidarxistin.
Bîranîn di şexsê şehîd Asya Elî û şehîd Rojger Hêlîn ên ku di 23’yê Cotmehê de li dijî TUSAŞ’ê ya Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn, ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Piştî sînevîzyona ji bo Şehîdên Meha Cotmehê hatibû amadekirin, hat pêşandan, li ser têkoşîna şehîdan û mîrateya ku li pey xwe hiştine axaftin hatin kirin. Di axaftinan de li ser pêşengiya ciwanan a di nava têkoşînê de rawestiyan û hat diyarkirin ku tenê bi vî rengî dikarin layiqî şehîdan bibin.
Di axaftinên bal kişandin ser tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin û hat destnîşankirin ku divê gelê Kurdistanê û bi taybet ciwanên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her tim têbikoşin.
Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.
BONN
Li bajarê Elmanya Bonnê bi pêşengiya Navenda Kongreya Civaka Demokratîk (DTKM) Şehîdên Meha Cotmehê hatin bîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) Zubeyde Zumrut û siyasetmedar Nursel Aydogan têkildarî pêvajoyê axivîn. Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.
BASEL
Di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a ku di 25’ê Cotmeha 1992’yan de teslîmî dagirker û xayinan nebû û şehîd bû, ji bo Şehîdên Meha Cotmehê li bjarê Basel ê Swîsreyê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Gelek malbatên şehîdan, Hevserokên Meclîsa Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û endamên meclîsê beşdarî merasîma bîranînê ya ku ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ve hat lidarxistin, bûn.
Bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê KOMAW'ê Mustafa Karahan, bi silavkirina beşdaran dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku têkoşîn dewam dike û got: “Têkoşîn bi dayîna bedelên mezin didome. Divê em layiqî şehîdên xwe bin. Yên ku wê rojê li Enqereyê çalakiya fedayî pêk anîn lehengên me ne. Wan bi baweriya xwe têkoşîn anîn vê qonaxê. Bi Rêber Apo re hevdîtin pêk hat. Ev ji bo me girîng e. Lê dewleta Tirk li aliyekî dibêje aştî, li aliyê din jî êrîşî gelê me yê Rojava dike. Berxwedan û têkoşîn girîng e. Divê em gerîlayên xwe yên di her şert û mercî de li ber xwe didin biparêzin. Ez di şexsê şehîd Bêrîtan de Arîn Mîrkanan, Nûdayan, Şiyaran, Ronahiyan, Asyayan, Rojgeran, Erdalan û hemû Şehîdên Meha Cotmehê, bi rêzdarî bi bîr tînin û bejan xwe li ber şehîdan ditewînim.”
Piştre Necla Kiliç helbesta şehîd Bêrîtan xwend û Mîne Nazarî jî beşek ji rojnivîska Gurbettelli Ersoz xwend. Her wiha axaftina Rêber Apo ya li ser şehîdan hat guhdarîkirin.
Endama YJK-S’ê Şîlan Karakoçan jî axivî û wiha got: “Şehîd rûmeta vî gelî ne. Ji bo vê têkoşînê giyanê xwe dan. Ger îro em di vê rewşê de ne bi saya şehîdan e. Şehîd Asya û şehîd Rojger ên ku rojên borî li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn, kesayetên azadiyê bûne. Hevdîtina bi Rêber Apo re ji bo me girîng e. Ev salek e me ji bo azadiya Rêber Apo dest bi pêngavê kiriye. Ev pêngav hê jî berdewam e. Bi silavên Rêberê xwe em ê têkoşînê hîn bilindtir bikin. Em dikarin bi mezinkirina têkoşînê bibin layiqê şehîdên xwe. Em hemû şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em ê têkoşîna ku ji bo wan canê xwe feda kirine heta bighiêje serketinê bimeşînin."
Li ser navê malbatên şehîdan kekê Têkoşîn Dilgeş (Şîrvan Ulaş) ku hefteya borî şehadeta wî hatibû ragihandin, axivî. Ulaş anî ziman ku birayê wî 26 salan têkoşîn meşand û wiha got: “Hemû jiyana xwe da vê têkoşînê. Em bi têkoşîna wî serbilind in. Ez sersaxiyê ji Rêberê me, gelê Kurd yê bi rûmet û hevrêyên wan re dixwazim.”
Piştre sînevîzyona ji bo bîranîna çalakvanên fedaî şehîd Asya Alî û şehîd Rojger Hêlîn hatibû amadekirin, hat pêşandan.
Piştî xwendina kurte helbestê, sînevîzyona li ser jiyana Berfîn Roj û Têkoşîn Dilgeş ên ku di 30’ê Mijdara 2023’yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, hat temaşekirin.
Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyona Şehîdên Meha Cotmehê bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû. Piştî bîranînê, helawa ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan hatibû amadekirin, hat belavkirin.
BREMEN
Fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û Şehîdên Meha Cotmehê li bajarê Bremen ê Elmanyayê hatin bîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sêvê û Komsiyona Malbatên Şehîdan ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê hat lidarxistin.
STRASBOURG
Navendek din a bîranîna Şehîdên Meha Cotmehê bajarê Strasbourg ê Fransayê bû. Bîranîn bi pêşengiya Komuna Jinan a Zînê ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) hate lidarxistin.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi pêşengiya TJK-E Saarland, ji bo Şehîdên Meha Cotmehê bîranîn hat lidarxistin. Kurdistanî bi awayek girseyî tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de li ser şehîdan axaftin hatin kirin û banga geşkirina têkoşînê hat kirin.
HILDESHEIM
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a bajarê Hildesheim ê Elmanyayê, di şexsê şoreşgerên meha Cotmehê de şehîd bûne, şehîdên azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn.
Çalakiya bîranînê ya ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Hannover û Hildesheimê ve hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî sînevîzyona ji bo bîranîna Şehîdên Meha Cotmehê hat pêşandin, Hevseroka KOMAW'ê Xoşnav Ata û hevserokên Meclîsa Kurd a Hannover û Hildesheimê der barê pêvajoyê de nirxandin kirin.
Axaftvanan banga tevlîbûna meşa navendî ya ji bo azadiya Rêber Apo wê di 16’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin, kirin.
Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Şehîd namirin” bi dawî bû.