Şehîdên fermana Şengalê li Ermenistanê hatin bibîranîn
Li Ermenistanê şehîdên fermana 3’yê Tebaxê bi çalakiyeke hatin bibîranîn.
Li Ermenistanê şehîdên fermana 3’yê Tebaxê bi çalakiyeke hatin bibîranîn.
Saziyên Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê bi boneya salvegera 9’emîn a komkujiya ku çeteyên DAÎŞ’ê 3’ye Tebaxa 2014’an li dijî civaka Ezidiyan pêk anî, çalakî li dar xist. Girse li Parka Oxakatev a Erîvanê li hev civiyan û çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê bû.
Li ser wate û giringiya rojê parlamenter Kinyaz Hasenov, Egîdê Fêro, Endama Yekîtiya Jinên Azad Seyrana Celad, Şêx Cemal û berpirsê Radyoya Erîvanê Tîtalê Kerem axivîn.
Di axaftinên çalakiyê de şehîdên fermanê hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Di fermana ku bi serê Êzidiyan hat de sûcê gelek dewletan heye. Êzidî bêyî parastin hatin hiştin, ger gerîlayên PKK’ê neçûna hawara Êzidiyan dibe ku ji fermanê nefilitiyan. Ger îro Êzidî mabin û bûne hêz, bi saya gerîla û Tevgera Azadiyê ye. Gelek dewletan ferman wek jenosîd qebûl kiriye lê xeteriya li ser Şengalê berdewam e. Dewleta Tirk a faşîst her roj bi balafiran li Şengalê dide û pêşengên wan dike armanc.”
Di axaftinan de hate gotin ku ji bo careke din ferman li Êzidiyan ranebin, divê Êzidî bibin yek û wiha hat gotin: ‘’Em hemû şehîdên fermanê û şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjin wê êdî tu kes nekare fermanê bîne serê me.”
Piştî axaftinan çeleng û kûlîlk li ber bîrdariya fermanê hatin danîn.
Çalakî, bi dirûşmeya “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.