Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn

Şervanên ku salên cuda Cotmehê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûbûn li banliyoya Vîllîers-le-Bel a Parîsê hatin bibîranîn.

Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîllîers-le-Belê hate kirin.

Di bîranînê de wêneyên şehîdên Cotmehê û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK'ê hatin hildan.

Bîranîna bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên Cotmehê û hemû şehîdên şoreşê dest pê kir, li navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê Nûpel Mûnzûr axaftinek kir.

Mûnzûr got ew ê bi rengekî ku layiqî şehîdan bin têkoşînê heta bi serfiraziyê bidomînin.

Mûnzûr her wiha Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ku 25'ê Cotmeha 1992'an şehîd bûyî bi bîr anî û got, ''Bi şêwaza Rêbertî, bi pirtûkên Rêbertî re bûbû yek, bi helwesta xwe, bi mîsyona pêşengiyê mînak dihate dîtin.''

Mûnzûr her wiha go Bêrîtan bûye pêşenga têkoşîna azadiya Kurd û jinên cîhanê.

Li ser navê malbatên şehîdan Dayê Fodûk axivî û bal kişande ser giringiya xwedîderketina li şehîdan.

Derheqê şehîdên cotmehê sînevizyonek hate nîşandan û bîranîn bi dirûşma, ''şehîd namirin'' qediya.