Li Bielê şehîdên Avaşînê hatin bîranîn
Gerîlayên ku di encama êrîşên deweleta Tirk a dagirker ên sala 2017’an li dijî herêma Avaşînê de şehîd bibûn li bajarê Biel ê Swîsreyê hatin bîranîn.
Gerîlayên ku di encama êrîşên deweleta Tirk a dagirker ên sala 2017’an li dijî herêma Avaşînê de şehîd bibûn li bajarê Biel ê Swîsreyê hatin bîranîn.
Bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAV) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bîelê ya Swîsreyê ji bo gerîlayên HPG/YJA Starê Şevîn Azad (Ozlem Berfe) Alî Çîçek Cûdî ( Haci Sezer) û Sarya Ronahî Zagros (Leyla Avci) ên ku di 27’ê Tîrmeha 2017’an de di encama êrîşên dewleta Tirk a dagir de şehîd bibûn çalakiyek bîranînê hate lidar xistin. Di çalakiya bîranînê de malbatên Şevîn Azad û Sarya Ronahî Zagros û gelek kes amade bûn.
Çalakiya bîranînê ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bîelê, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bîelê Ahmet Kaya, beşdaran silav kir û diyar kir ku li ser wateya şehadetê axaftin ne hêsan e.
Kaya got, “Bi saya berdêlên ku şehîdên me dane îro têkoşîn gihiştiye vê qonaxê. Em ê her dem û di nava her şert û mercê de xwedî li şehîdên xwe derkevin. Destê xayînan di şehadetên pêvajoyên dawî de heye. Ji ber vê yekê êşa me mezintir e.”
Li ser navê KOMAV’ê Mûstafa Karahan axivî û anî ziman ku gelê Kurd bi salan e têdikoşe û di encama vê têkoşînê de bi hezaran şehîd dane. Karahan got, “Ev 50 sal e em têdikoş in. Bi hezaran şehîdên me hene. Di demên dawî de malbata Barzanî bê sînor destek dide dewleta Tirk a dagirker. Li ser navê Kurdan ev şermeke mezin e. Divê gelê Kurd li hember vê helwesta xwe raber bike. Wê navê partiya te Kurd be, tunê Kurd bî, lê xizmeta dagirkeran bikî! Em hêzên ku bi dagirkeran re hevkarî dikin, bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze li çar parçeyên Kurdistanê destketiyên Kurdan tine bike. Em kesên li dijî van êrîşan li ber xwe didin û di oxira wê de şehîd dibin bi rêzdarî bibîr tînin.”
Aktîvîsta Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) Sozdar Sîdar, jî da zanîn ku hêza herî mezin a li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide gerîla ne û wiha got, “Divê nêzîkatiya me li hemberî şehîdan ji rêzê nebe. Ew zarokên vî gelî ne. Ji nava we derketin û çûn. Li dijî dijminekî bi vî rengî yê hov berxwedaneke mezin raber dikin. Rêber Apo gotibû, ‘PKK partiya şehîdan e.’ Li her qadê êrîş hene. lê belê êrîşa herî mezin li dijî gerîlayên me tê pêkanîn. Ji ber ku berxwedana herî mezin gerîla raber dikin. Divê em li her qada ku lê ne, li gorî vê berxwedanê têbikoş in.”
Li ser navê malbata Sarya Ronahî Zagros Dilbirîn Mêrdîn û li ser navê malbata Şevîn Azad jî Cûmhûr Şedal axaftin hatin kirin. Beşdarên ku ji axaftinên hatine kirin bandor bûn, dirûşmeya "Şehîd Namirin" berzkirin.
Bîranîn piştî sînevîzyonê bi dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.