Şehîdên Şengalê li Ermenistanê hatin bibîranîn

Saziyên Êzidiyan ên li Ermenistanê, şehîdên Şengalê bi bîr anîn.

Parlamenter Kinyaz Hesenov, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û Endama Yekîtiya Jinên Azad Seyrana Celad, şehîdên Şengalê bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de ev peyam hatin dayîn: “Gerîlayên azadiyê, gelê Şengalê bi qehremanî parast, pêşî li qetilamek a mezintir girt. Li ser vî esasî em, gerîlayên azadiyê bi bîr tînin. DAÎŞ’ê ev qetlîam kir. Lê ya planê qetlîamê kir, dewleta Tirk e. Dewleta Tirk, piştî qetlîamê jî şervanên parastina Şengalê dikin, ji xwe re dike hedef. Dixwaze heyfa DAÎŞ’ê hilîne.”

NAME JI BO NY’YÊ

Piştî daxuyaniya li ber bîrdariyê nameyek teslîmê ofîsa NY’yê hat kirin.

Di nameyê de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk, li Şengal û Rojava tim êrîşê Êzidiyan dike. Lewma, em dixwazin qada hewayî ya Başûr û Rojava li Tirkiyeyê were girtin û statuya xweser a Şengalê bê naskirin.”