BI DÎMEN

Şehîdên 14'ê Tîrmehê li Churê hatin bibîranîn: Rêya me ronî dikin

Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li Chur a Swîsreyê hatin bibîranîn. Di bîranînê de êrîşên dagirkeriyê û xiyanet hatin şermezarkirin û peyama "Berxwedana wan rêya me ronî dike” hat dayîn.

42 SALIYA BERXWEDANA MEZÎN A ROJIYA MIRINÊ

Saziya Malbata Şehîdan (KOMAW) ji bo bîranîna şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK-Chur) a Churê çalakî li dar xist.

Hevserokê CDK'ê yê Churê Kureyş Doymaz bal kişand ser berxwedana kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd a ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li dijî dewleta Tirk hat destpêkirin û wiha got: “Ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek di greva birçîbûnê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an de şehîd bûn. Hevalên me heta nefesa xwe ya dawî li dijî hovîtiya li zindana Amedê li ber xwe dan. Ruhê berxwedanê îro rêya me ronî dike.”

Kureyş Doymaz bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û wiha domand: “Êrîş û plana we ya bi dewleta Tirk a faşîst re, êrîşa li dijî destkeftiyên gelê Kurd e. Di şexsê Tevgera Azadiya Kurd de li dijî gelê Kurd êrîşeke îmhayê ya topyekûn heye. Ev êrîş û plana hevkariyê ya li dijî destkeftiyên gelê Kurd vala derket. Gelê Kurd bi vê yekê dizane û li ser vê bingehê erk û berpirsyariya xwe li hember hemû şehîdên Kurdistanê dizane. Em bang li PDK’ê dikin ku demildest dev ji vê plana xiyanetê berde."

Piştî axaftinê sînevîzyona ji bo bîranîna şehîdên 14'ê Tîrmehê hatibû amadekirin hate pêşandan.

Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.