Şehîdên 14’ê Tîrmehê li Berlînê hatin bibîranîn

Li Berlînê Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li paytexta Elmanya Berlînê bi bernameyekê hatin bibîranîn.

Bernameya bîranînê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Nav Berlîn (Meclîsa Kurdistaniyên Azad) ve li Navenda Çanda Kurd hate lidarxistin. Di bernameyê de di şexsê Şehîdên 14’ê Tîrmehê de ji bo şehîdên Azadiya Kurdistanê rêz hate girtin.

Di bernameya bîranînê de ewilî li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan dayika Şemsê û siyasetmedar Selahattîn Mete axivîn.

Dayika Şemsê diyar kir ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê şiyarbûna gelê Kurd bû û got: "Lêgerîna azadiyê bi berxwedanê ji nû ve dest pê kir."

Siyasetmedar Selahattîn Mete jî bal kişand bi ser girîngiya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye Berxwedana 14'ê Tîrmehê û got: “Em ê timî li ser xeta berxwedanê têkoşînê bilind bikin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser Şehîdên 14’ê Tîrmehê hate pêşandan.

Bernameya bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.