Şehîdê YPG'ê Tariq Ebdulezîz li Grazê hate bîranîn
Şevanê YPG'ê tariq Ebdulezîz (Îsmaîl Amûdê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de li Dêra Zorê di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bû, li bajarê Graz ê Awûstûryayê hate bîranîn.
Şevanê YPG'ê tariq Ebdulezîz (Îsmaîl Amûdê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de li Dêra Zorê di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bû, li bajarê Graz ê Awûstûryayê hate bîranîn.
Civîna bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Grazê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Apê Ebdulezîz Mûhammed Salih Huseyîn û nûnerê PYD'ê yê Awûstûryayê li merasîmê axivîn.
Qisekeran diyar kirin ku şehîd şehîdê gelê Kurd e û bi bîr xistin, gelê Kurd xwe diparêze û dijminatiyê li kesî nake. Qisekeran gotin, "Tevahiya gelê Kurd di hedefa dijmin de ye û divê tavilê bibe yek."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven hate silavkirin û hate gotin, "Mifteya çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn Ocalan e û divê tecrîdkirina wî tavilê bi dawî bibe."
Di civîna bîranînê de rewşa siyasî ya lİ Rojava jî hate nirxandin û civîn bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.