Şehîd Sînan û Şervan li Atînayê hatin bibîranîn

Şehîd Sînan Dersim û Şervan Karadenîz bi pêşengiya TCŞ’ê li Atînayê hatin bibîranîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Endamê Desteya Rêveber a HBDH’ê û Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dersim (Dalokay Şanli) ê di 27'ê Cotmeha 2020’an de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû û Endamê Partiya Komunîst a Marksîst Lenînîst Şervan Karadenîz (Osman Nûrî Ocakli) ku di 12’ê Hezîrana 2023’an de li Rojava di êrîşa hewayî de şehîd bû, bi bîr anî.

Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Atînayê hat lidarxistin û di şexsê her du şehîdan de ji bo Şehîdên Azadiyê deqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê navendê Azad Amed mafê axftinê girt û li ser rola şehîdan a di têkoşînê de axivî.

Piştî axaftinan peyamên partî û tevgerên MLKP, DKP/BOK, TÎKKO, TKP-ML û MKP hatin xwendin.

Piştre li ser jiyana şehîdan sînevîzyonek hat pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîdên şoreşê nemir in” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.