Şehîd Sînan Garzan li Normandiyê bi merasîmekî girseyî hate bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Sînan Garzan ê 5’ê Hezîrana 2020’ê li gel hevalekî xwe li Sêrtê di şerekî de şehîd bûbû, li Normandiyayê bi merasîmeke girseyî ku ji aliyê Meclîsa Gel ve hate kirin, hate bibîranîn.

Bi pêşengtiya Meclîsa Gel li Normandiyê gerîlayê HPG’ê Sînan Garzan (Fikret Şahîn) ê li Sêrtê di şerê operasyonekê ya li gel artêşa Tirk de li gel hevalekî xwe şehîd bûbû, hate bibîranîn.

Merasîma ku bi sedan kes tevlî bû bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî Berdevkê Malbata Şehîdan li ser wate û girîngiya şehîdan, li ser navê malbata şehîd kurapê şehîd axivîn.

Di dewam merasîmê de Hevserokê KONGRA Gel Remzî Kartal jî li ser pêvajoyê nirxandin kir. Kartal daxwaz ji gelê Kurd ê li Ewropayê dijîn kir ku piştgiriyê bidin berxwedana gerîla ya li Heftanînê û xwedî li şehîdan derkevin.

Piştre jî sersaxî ji malbatê re hate xwestin û merasîm bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.