Şehîd Rêber Varto li Parîsê hat bîranîn

Ji lehengên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê, Rêber Varto (Mûstafa Çelîk) li paytexta Fransa Parîsê hat bîranîn.

Rêber Varto (Mûstafa Çelîk) 29’ê Îlonê piştî berxwedana dîrokî ya di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de, şehîd bû. Rêber Varto li paytexta Fransa Parîsê hat bîranîn.

Li Navenda Çanda Demokratîk a li banliyoya Vîllîers Le Bel a girêdayî Parîsê, merasîma bîranînê bi pêşengiya Meclîsa Demokratîk a Vîllîers Le Bel û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hat lidarxistin.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de têkildarî jiyan û têkoşîna Şehîd Rêber Varto axaftin hatin kirin; hat diyarkirin ku divê her welatparêzek erkê ku dikeve ser mil, pêk bîne.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana Şehîd Rêber Varto hat temaşekirin.

Di dema temaşekirinê de, bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.