Şehîd Nûrhak û Şehîd Îbrahîm li Darmstadtê hatin bibîranîn
Nurhak Dêrik (Ramazan Temel) û Îbrahîm Tolhildan (Bîlal Şahîn) ên di 10'ê Cotmehê de li Mêrdînê şehîd bûn, li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi çalakiyekê hatin bîranîn.
Nurhak Dêrik (Ramazan Temel) û Îbrahîm Tolhildan (Bîlal Şahîn) ên di 10'ê Cotmehê de li Mêrdînê şehîd bûn, li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi çalakiyekê hatin bîranîn.
Çalakiya ku ji aliyê KOMAW'ê ve li Darmstadtê hat organîzekirin bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Di çalakiyê de birayê Nurhak Dêrik Selahattîn Temel li ser jiyana şehîd axaftinek kir. Temel diyar kir ku Nurhak ciwanekî wêrek û kedkar bû û wiha got: "Ez sersaxiyê ji Serok Apo, hemû Kurdistanê û hevalên wî re dixwazim."
Di çalakiyê de li ser navê KOMAW'ê hemû şehîdên Kurdistanê ku di nav wan de Nûrhak Dêrik û Îbrahîm Tolhildan jî hebûn hatin bîranîn û wiha hat gotin: "Heta dilopek xwîn ji canê me hebe, em ê şopdarên şehîdên xwe bin." ."
Çalakî bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.