Şehîd li Brûkselê hatin bibîranîn
Li paytexta Belçîka Brûkselê şoreşgerên enternasyonalîst ên li Rojava şehîd bûne, hatin bibîranîn.
Li paytexta Belçîka Brûkselê şoreşgerên enternasyonalîst ên li Rojava şehîd bûne, hatin bibîranîn.
Bîranîna ku li Komeleya Çanda Kurd a Brûkselê, ji aliye AVeg-Kon, Mala Gel a Belçîka, Eniya Ked û Demokrasiyê, li gel NAV-BEL, Partîzan Belçîka û Secoûrs Roûge ve hate organîzekirin.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û li ser navê ESP Ewropa Ziya Ûlûsoy, Partîzan, Eniya Ked û Demokrasiyê û NAV-BEL’ê axaftin ahtin kirin. Bîranîn piştre bi dirûşman bi dawî bû.