Şehîd Fîraz Dag li ser gora xwe hat bibîranîn
Şervanê YPG'ê û Rojnamevan Mehmet Aksoy (Firaz Dag) ê di 26'ê Îlona 2017'an de li Reqayê şehîd bibû, bi girseyî ser gora xwe hat bibîranîn.
Şervanê YPG'ê û Rojnamevan Mehmet Aksoy (Firaz Dag) ê di 26'ê Îlona 2017'an de li Reqayê şehîd bibû, bi girseyî ser gora xwe hat bibîranîn.
Derhêner, nivîskar û rojnamevan Mehmet Aksoy (Firaz Dag) dema Yekîneyê Çapemeniya YPG’ê debû wiha gotibû: "Teslîmî kapîtalîzmê nebin, teslîmî tiştên madî, têkiliyên xerab, heznekirinê, bêhurmetî û newekheviyê nebin" û di 26'ê Îlona 2017'an de li Reqayê şehîd bû, ji hêla malbatê û hezkiriyên xwe ve li Goristana Highgate ya Londonê hate bibîranîn.
Malbat, hevrê û hevalên wî danê sibehê li Goristana Highgate ya Londonê kom bûn. Li ser gora Fîraz Dag kulîlk û gul danîn. Dayikên ku beşdarî bîranînê bûn li ser gorê şîn kirin. Girseya dayikan a ji bo Fîraz û şehîdan bi şêweya dengbêjiyê kêliyên hestiyar afirand.
'SEYÎD EVRAN Û FÎRAZ DAG RÊYA ME RONAHÎ DIKIN’
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Îngîlîz, komên navneteweyî û endamên Meclîsa Gelê Kurd beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de hate gotin ku ji Seyîd Evran heta Fîraz Dag rêya wan ronî kirine.
Li ser navê TCŞ a Îngilîstanê de axaftin hat kirin. Di axaftinê de hat gotun ku Şehîd Fîraz Dag bi helwest û jiyana li dijî modernîteya kapîtalîst xeta berxwedan û azadiyê bilind kiriye. Hate destnîşankirin ku ciwan wê bi ruhê Fîraz û Seyîd Evran têkoşînê mezin bikin û wiha hate gotin: “Di xeta Rêber Apo de fedaîtî, fedekariya şehîdan ji bo jiyaneke wekhev a li Kurdistan û Rojhilata Navîn rêya me ronî dike."
'EM Ê DAXWAZÊN WAN PÊK BÎNIN’
Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal axivî û diyar kir ku Fîraz Dag hemû derfetên modernîteya kapîtalîst red dike û wiha got: “Firaz Dag ji gel, ciwanan; bi jiyan, helwest û hestên xwe ji me hemûyan re bû rêber û mamoste.” Akbal destnîşan kir ku xeta azadiyê ya li dijî hevkarî û tasfiyeyê xeta Fîraz Dag û Seyîd Evran e û wiha domand: “Li ser şopa heqîqetê meşiyan û tevahiya jiyana xwe li gorî vê rastiyê ava kirin. Em careke din tekez dikin ku em ê dilsozê şehîdên xwe yên ku kedeke mezin dane û soza pêkanîna daxwazên wan didin."
Piştî axaftinan ciwanan sirûda "Çerxa Şoreşê" li ser gora Fîraz Dag xwendin. Dema girseya gel sirûd distirî, timî dirûşmên: "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Li Londonê heta saetên êvarê ji ciwan heta mezinan gelek kes çûn serdana gora Fîraz Dag û li ser gora wî kulîlk danîn.