Şehîd Dijwar Qamişlo li Stûttgartê hate bîranîn

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dijwar Qamişlo ku di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû li Stûttgartê hate bîranîn.

BÎRANÎN

Dewleta Tirk a dagirker 3'ê Îlonê bi balafireke bêmirov a bombebarkirî (SÎHA) li Qamişloyê êrîş kir û di encamê de Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dijwar Qamişlo (Metîn Dînç) şehîd bû. Ji bo fermandar Dijwar Qamişlo li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê civîneke bîranînê hate lidarxistin.

Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stûttgartê pêk hat û malbata Dijwar Qamişlo û dostên wan tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan xwişka Dijwar Qamişlo Nesrîn Dînç axivî û got, "Hevalê Dijwar ji birayê min wêdetir hevalê min bû. Ew şehîdê me hemûyan e. Bila serê Serok Apo, hevalên wî yên têkoşînê û Kurdistaniyan sax be."

Piştî axaftina nûnerê Komeleya Malbatên Şehîdan civînan bîranînê bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.