Şehîd Berîtan li Lûzernê hat bibîranîn
Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) a bi berxwedana xwe ya li dijî dagirkerî û xiyanetê bûye sembol, li Lûzernê bi pêşengiya TekoJIN’ê hat bibîranîn.
Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) a bi berxwedana xwe ya li dijî dagirkerî û xiyanetê bûye sembol, li Lûzernê bi pêşengiya TekoJIN’ê hat bibîranîn.
Ji fermandarên pêşeng ên PKK’ê Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) ku 25’ê Cotmeha sala 1992’an teslîmiyetê qebûl nekir û xwe ji zinarê avêt, li bajarê Lûzern ê Swîsreyê bi meşeke meşaleyî hat bîranîn.
Kurdistanî bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li qada Lîdowîese hatin bav hev û di şexsê Bêrîtan de ji bo Şehîdên Azadiya Kurd deqeyek rêz girtin.
Li ser navê TekoJIN’ê Stêrk Çolak axivî û wiha got: “Gelê Kurd, çanda Kurd, xaka Kurd di bin komkujî û polîtîkayên asîmîlasyonê de ji bo hebûna xwe têdikoşin. Em bi saya damezrînerê vê têkoşînê Rêber Apo îro dikarin Kurdbûna xwe bînin ser ziman, lê êrîşên qirkirinê dewam dikin. Şehîd Bêrtîan 25’ê Cotmeha 1992’an bi helwesta xwe ya li dijî xiyanetê rastiya jina azad û berxwedêr derxist pêş.”
Piştî axaftinên Stêrk Çolak girse bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bimre xiyanet”, “Jin, jiyan, azadî” ve ber bi Kurtplatzê ve meşiyan. Li vir daxuyaniyên bi zimanê Elmanî û Kurdî hatin dayîn. Aktivîsta TekoJIN’ê Hêvî Arslan şehîd Bêrîtan bi bîr anî û wiha got: “Ji bo bîranîna Bêrîtan di sala 1993’an de artêşa jinên Kurd çêbû. Artêşa YJA Starê tenê li dijî dewleta Tirk a faşîst şer nekir, di heman demê de îrade û hêz afirand. Ger îro jinên Kurd dikarin xwe îfade bikin, ev yek bi saya têkoşîna gerîlayên YJA Starê ye.”
Hêvî Arslan bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd ya li dijî xiyanet û hevkariya bi dewleta Tirk a faşîst re û got: “Bi navê Kurdbûnê Kurd tên qetilkirin. Em Kurdbûnek wiha qebûl nakin. Di çanda Kurdan de her tim demokrasî, aştî û wekhevî heye. Ji ber vê em ê her tim ji bo Kurdistanek azad israr bikin. Bi hezaran şehîdên me ji bo parastina çand û hebûna me şehîd bûn. Em soz didin li ser rêya wan bimeşin. Bi taybet em jin berxwedana xwe li ser bingeha felsefeya Rêber Apo bidomînin.”