Şehîd Baran Nisêbîn li Lîegê hat bibîranîn

Li bajarê Lîeg a Belçîkayê ji bo bîranîna şehîd Baran Nisêbin merasîmek hate lidarxistin.

Li bajarê Lîeg a Belçîkayê ji bo bîranîna Baran Nisêbîn ku 14'ê Nîsana 2023'an de li rojavayê Kurdistanê şehîd bibû, merasîmek hat lidarxistin. 

Merasîma bîranînê bi deqeyekî rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. 

Di bîranînê de li ser navê KOMAW'ê Cahîde axivî û banga berdewamiya doza şehîdan kir. 

Piştî axaftinê sînevîzyon hate nîşandan û merasîm bi dawî bû.