Ûgûr Şakar ê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20’ê Sibata 2019 li pêşiya dadgeha Krefeld a Elmanyayê bedena xwe dabû ber agir û bi birîndar rakiribû nexweşxaneyê 22’ê Adarê şehîd bûbû, li ser gora xwe ya li Neûfrîedhof a Neûsê hate bibîranîn.
Şakar di nameya li pey xwe hiştibû ev gotibû:
“Rêhevalên hêja
Ez tecrîda li ser Rêber Apo protesto dikim û ez rêhevalên xwe yên çalakger silav dikim, ên ku bi qasî li oxira wê bimirin, ji jiyanê hez dikin.
Tevgera PKK’ê felsefeya ‘berxwedan jiyan e’ hînî me kir. Em li ku derê bin, divê em li ber xwe didin. Ez bawer im li hemberî hêzên ku dixwazin bi komploya navneteweyî hewl didin gelê Kurd ji holê rakin, ez ê çalakiyeke mezin pêk bînim.
Ez welatên Ewropayê yên ku qaşo dergûşa demokrasiyê ne jî, protesto dikim.
Ez modernîteya kapîtalîst jî protesto dikim a ku çav, guh û zimanê rêhevalên min ên li pêşiya CPT’ê digirin.
Ez şîddeta polîsên Elmanyayê û zextên li ser Kurdan nalet dikim.
Ji dêvila ku em ê wekî koleyan bijîn, ez bang li hemû Kurdan dikim ku em ji bo jiyana azad şer bikin.
Em ê bi ser bikebin.
Em li dora çalakgerên greva birçîbûnê bibin xeleq ên ku li dora Rêbertiya me bûne xeleq.
Bê Serok jiyan nabe.
Bijî Serok Apo.”
Şehîd Ûgûr Şakar îro li ser gora xwe ya li Goristana Neûfrîedhof a Neûs a Elmanyayê hate bibîranîn.
Bîranîna ku ji aliyê Meclîsa Şehîd Ûgûr Şakar a Drefeldê ve hate organîzekirin, heval û heskiriyên wî amade bûn. Merasîma biranînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre Hevserokê Meclîsa Krefeldê Huseyîn Perk axivî.
Perk got: “Heval Ûgûr ji bo azadiya Kurdistanê tevlî karwanê şerhîdan bû. Her çiqasî em çalakiyên wiha şaş jî bibînin, ev fedekarî ye.” Perk diyar kir ku ew li ber fedekariyên wiha bejna xwe ditewînin û rêz digirin.
Perk anî ziman ku wê têkoşîna Şakar ji cihê hiştî dom bikin.