Şehîd Çekdar Botan û Lecwan Mûnzûr hatin bibîranîn

Gerîlayên HPG’ê Çekdar Botan û Lecwan Mûnzûr ên sala 2016’an di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, li Stûttgartê hatin bîranîn.

Gerîlayên HPG’ê Çekdar Botan (Rûhat Tabak) û Lecwan Mûnzûr (Adil Sunger) ên ji Elmanyayê beşdarî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn û 5’ê Hezîrana 2016’an di êrîşa dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Bîranîn di şexsê Şehîd Çekdar Botan û Lecwan Mûnzûr de ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Birayê Şehîd Çekdar Botan, di bîranînê de qala têkoşîn û hevrêtiya birayê xwe kir.

Nûnerê Tevgera Ciwanan jî bang kir ku têkoşîna Şehîd Çekdar û Lecwan bi ser bixin û têkoşînê bi bandortir birêxistin bikin.

Piştre beşdarên ku şehîd nas dikirin, bîranînên xwe parve kirin. Bîranîn û helbestên ku hevrêyên Şehîd Çekdar Botan û Lecwan Mûnzûr nivîsandine, hatin xwendin.

Di bîranînê de sînevîzyona ku bi wêne û dîmenên Şehîd Çekdar û Lecwan hatibû amadekirin, hate nîşandan.