Şaredariya Goteborgê dahata xwe bexşî YPG/YPJ’ê kir

Endamên Meclîsa Şaredariya Partiya Çep a Şaredariya Goteborgê biryar dan ku dahatên xwe bexşî hêzên YPG/YPJ’ê bikin.

Endama Meclîsa Şaredariyê û Berpirsa Têkiliyên Karê Derve yê Navnetewî ya Herêma Goteborg a Partiya Çep Johanna Elîasson daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku endamên Partiya Çep ku 21’ê Mijdarê ji bo beşdarî civînê bibin dahata xwe bexşî hêzên YPG/YPJ’ê kirine.

Rêxistina ciwanan a Partiya Çep, Ciwanên Çep piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Rojava bi armanca piştevaniya bi hêzên YPG/YPJ’ê ku li dijî êrîşan li ber xwe didin kampanyayek dabûn destpêkirin.

200 HEZAR KRON HATE KOMKIRIN

Ciwanên Çep heta niha 200 hezar kron kom kirine û bang li endamên Meclîsa Şaredariya Partiya Çep kiribûn ku ji bo beşdarî civînê bibin dahata ku bidin bexşî YPG/YPJ’ê bikin. Şaredariya Goteborgê bersiva banga ciwanan da. Endama Meclîsa Şaredariyê û Berpirsa Têkiliyên Karê Derve yê Navnetewî ya Herêma Goteborg a Partiya Çep Johanna Elîasson daxuyaniyek nivîskî da û wiha got; “Helwesta dewleta Tirk ya hilweşandinê ye û nayê qebûlkirin.”

JI BO ‘ROJAVA’ BANG LI HEMÛ PARTIYAN HATE KIRIN

Elîasan bi bîr xist ku ji Goteborgê gelek çete beşdarî DAÎŞ’ê bûne û ev mijar di raya giştî de tê gotûbêjkirin û wiha domand; “Hêza herî girîng a li dijî DAÎŞ’ê şer kir YPG û YPJ ye.”

 Elîasson ragihand ku dahata endamên meclîsa Partiya Çep bexşî YPG û YPJ’ê kirine û ji bo piştevaniya bi ‘Rojava’ re bang li endamên hemû partiyên din kir.