Şaredariya Calenzano ji bo Rojava konferans li dar xist

Şaredariya Calenzano ya ser bi bajarê Frenze yê Îtalyayê, ji bo piştgiriya bi gelên Rojava re konferansek li dar xist.

Konferans di 9'ê Sibatê de roja Yekşemê ji aliyê Şaredariya Calenzano ve hate lidarxistin. Şaredar Rîcardo Prestînî li konferansê axivî û got, "Em şerê ku Tirkiye li dijî gelên Rojava dike şermezar dikin."

Prestînî diyar kir, ji bo ev şer tavilê bê rawestandin wê piştgiriya xwe ya bi gelên Rojava re dewam bikin û bang li dewleta Tirk kir ku dawî li êrişên xwe yên nehiqûqî bîne.

Ji rayedarên sendîkaya ARCI Manfreddî Saûro jî destnîşan kir ku êrişên li dijî gelên Rojava tê wateya "şerê li dijî sosyalîstan."

Saûro ragihand, modela konfederalîzma demokratîk û sîstema demokratîk a li Rojava ji bo civaka Ewropayê jî 'modela rizgariyê' ye û got, "Divê em vê sîstemê biparêzin û di nava lepên dîktator Erdogan û çeteyên wî yên cîhadîst de nehêlin."

Saûro bang li hikumeta Îtalyayê jî kir ku dawî li peymanên xwe yên leşkerî û bazirganiyê yên bi dewleta Tirk re bîne.

Bi navê Komîteya Kurd jî Erol Aydemîr got, "Dewletên netewe yên tevlî vî şerê li dijî exlaqê bûne bila zanibin ku gelê Rojava wê li ser bingeha konfederalîzma demokratîk têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin."

Serokê Heyva Sor-Îtalya Alîcan Yildiz jî anî ziman ku dewleta Tirk bombe li nexweşxane, dibistan û binesaziya sivîl barandiye û zêdeyî 400 hezar kes neçar man warê xwe biterikînin.

Yildiz nerazîbûn nîşanî desthilatdariyên rojavayî da ku li pêşiya dagirkerî û hovîtiya dewleta Tirk a li Rojava nabin asteng û banga mezinkirina piştgiriya bi Rojava re kir.

Amadekar û qisekerên konferansê bi wesîleya salvegera 21'ê ya komploya navneteweyî diyar kirin ku wê saet di 14:00 de li Pîazza Rebûblîca ya li Romayê beşdarî meşê bibin.